A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Êstirêkî Rût û Qût
132 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Êstirêkî Rût û Qût

Mîr be sed minet henardî êstirêkî rût û qût
Dest û pa sist û seqet endamî herwek ‘enkebût

Xawenî alîkî nallêm pê nedawe mutlleqa
Dawyetî emma weku bîstûme qûtî la yemût

Pûş le lay helwa ye hetta ger pelluşey çing kewê
Bay eda, lûlî eda, qûtî eda, manendî hût

Gerçî natwanê bibizwê hênd lerr û kemqiwet e
Denke coyekî nîşan dey ta qiyamet dê le dût

Piştî rîş û şanî zamdar û cedew bû na‘îlac
çend qiroşêkim hebû bom da be newt û enzerût

Sey Fetahî meyterim rojê be huccet lêy newî
Kilkî derhêna le bin emca be astem giwêy bizût

Ger qellew bê em ecinne lêre tesxîr nakirê
Xeyrî çend derwêşî reffa‘î be zorî celicelû

Mesllehet wa ye heta neyxwardûm bînêrmewe
Zor etirsim def‘eyê qûtim bida bimka be qût

Em meta‘e çak e her layiq be Hacî Ehmed e
Cûtî pê bika herweku cût herdû lingit kird be cût

Layiqî şanî min û şayanî şe’nî to nebû
çawekem çît pê billêm çarim nîye xeyrî sikût
Helbestên din ên Helbestvanî/ê