A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Eşretî Caf
132 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Eşretî Caf

Xizmîne meden pence legell ‘eşretî Cafa
Mêrûle neçê çak e be gij qulleyî qafa

Kê bê le dilêranî ‘eşayir ke neçûbê
Wek tîrî qeza nûkerimî Cafî be nafa

Xwênrrêj û şerrengêz û ‘edubend û tenumend
Kamyan gene wek şêr e le meydanî mesafa

çunke resen in wird û diriştîyan hemû cengî în
Mey sarî ye neş’ey çi le durr da çi le safa

Wa bê xem û perwa deçine erseyî heyca
To naçîye ser doşekî bûkî le zefafa

Yebxûne îlal emrî sîxaren we kîbaren
Yes‘ewne îlal herbî sîqalen we xîfafa

Wesman begyan amîr e wextî ke billê: Dey!
Dêne cewelan herweku hacî le gewafa

Xahem zi xuda ankê şeved duşmenê cahet
Kotî le desa, des le mila, mil le tenafa

Rehmê bike ba şêx Reza bêtewe guftar
Heyf e birrzê tîxî micewher le xîlafa
Helbestên din ên Helbestvanî/ê