A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Cewherî Mehz e
176 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Cewherî Mehz e

Cewherî mehz e le herdû lawe wek tîxî deban
Dakî kiçî paşay Rewandiz babî kurrî paşay Beban

şêx Rezaş hecûy bika î‘tbarî bo nîye
çak xirap nabê be şî‘rî şa‘irêkî qellteban

Be remz û îşare qisem pê dellê begî Cafan
Bizin qingî nexurê çî dewê le nanî şiwan

Be kêrî gewre berim min le meq‘edit ta bin
Eger qiwet bideyte xot tirrit debê be duwan


Bes e em şî‘re bo wesfî husnî ehlî Beban
Segenêryan le dûn wek segemê cumle be ban


Pîr bûwe Nacî Efendî bûwe piştî be keman
çirç û jakaw û melewwes weku kêrî paş gan


Busem ewê ey nîgarî nazenîn
La yuzî‘ullahu ecrel muhsînîn


To hete tîxî deban û min heme tîxî ziban
Ferqî em dû tîxe herwek asman û rêsman


Ger neka mexmûr efendî terkî tiryakî le‘în
Fêrî sê nezmî deka pijmîn û kokîn û tirrîn


Hemewend leşkirî rom û ‘ecemî dawe be gan
Berî hemley çon degirê leşkirî gawan û şiwan


Xellkî ker bûn şêx Hemîd çûn bo kirrin
Marfî zawam dê û deçê wek wişkerrin


Le her layeke rastit dî selamî lê bike qurban!
Gurîsî naw hemane pêm ellê rastî qurban


Dû canewer le nesilî canî îbin can
Emînî Hacî Kerîm û Emînî Babecan


Wam ezanî êwe sadat in me‘aştan nabirrin
Daxî daxanim Cebarî xo le êweşyan birrî


Refîqim bû ciwanêkî Ciwanro
Ke çû mallîm be ser xom da ciwan ro
Helbestên din ên Helbestvanî/ê