A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Biraza Ezîzekem
94 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Biraza Ezîzekem

Rûm kirde bezmî xasî biraza ‘ezîzekem
Emşew be sed tewazu‘ û îxlas û serkizî

Riwanîm le dirzî qapîyewe xoy û tabî‘an
Danîştibûn dû rîze le dewrî xiley kizî

Detwit temê kirabû be mehsûsî qapîyewan
Xoy kird be nêreturk û witî: Kîm bîlîr sizî?

Pêm wit: Minim fillane kesim, mame şêx Rezaim
Tanimazmisin Xemîs efendî meger bîzî?

Em seddî babe bo mine îzharî ke ta birrom
Yan merhemet ke hîze le serma gunim tezî

Emca be kurdî hate tekellum witî bellê
Ke şêx e hîlebazekanî qumarbaz û kerdizî

Wextê ke lem me‘amele zanîm xerez çî ye
Derhall gerrame paşewe emma be ‘aczî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê