A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Berxe Nêrê
267 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Berxe Nêrê

1
Qewmekan bew zate wa hukmî le ser behr û berr e
Berxe nêrê ger nenêrê her kesê xawen merr e
Dêm be gijya eydirrim ger fîl mîslî şêrî nerr e
Ba neqewmêt û nezanin em hemû şorr û şerr e
Gişt le ser berxî şel û kawirrî lerr û biznî gerr e

2
Be Marif Beg billên qet‘î mi‘aşî min neka çak e
Zimanî min ke bo e‘da weku marêkî zuhhak e

Hîca mezmûm e tu Xua lêm gerrên ba tobe neşkênim
Wela tulqû bî eydîkum xerez bo def‘î îhlak e

Me‘aşî mangî kanûn û şubatim tabekey nada
Ke azarî Reza ‘eynî simûm tehsîlî tiryak e

3
Ya herfî nîda ye ehmeq terxîm e
Munaday mef‘ul me‘rîfey mîm e

4
Ker û mekteblî herdû mef‘ul in
Fî‘l û fa‘ilî herdû mechul in

Hîmar le herhall ew salle û sall e
Bellam mekteblî da’îm be fall e

5
Bed e ab û heway Qel‘edize
Ke segîşî le ‘umrî xoy werriz e

Milî ehlî le ber lerrî û çirçî
Herweku kêrî pîrî pişt le kuz e

6
To ke xot meylî cinêwbazî dekey şêx Salih
Bo dekey serzeniştî min ke Reza heccaw e

Xayetî bende, cinêwim be dû sê kes dabê
To heta êsta be qurban be hezarit dawe

7
Hemey Westa Fetah sed barekellla lem ser û rîşe
Ke giwêdirêjê be tenha çon eba em bare qamîşe

Le sed batman xurî ziyatir nebî kemtir nîye weznî
Serit çonî hellegrî min serim surrmaw e lem îşe

8
şêx Reza pîr bûwe rûy meclîsî yaranî nîye
Taqetî keşmekeş û gerdişî şaranî nîye

Des be goçan degerrê êste le ber zî‘fî wicûd
Metreqe ser zilekey qiwetî caranî nîye

9
Pîrîy be tenya rehmet e
Pîrî û feqîrî zehmet e

Pîrêkî wa gewrem heye
Derheq be min kem hîmmet e

10
şêx Mustefa le zimrey ewladî Murteza ye
Her kes ke xesmî ew bê deygêm lelam xeza ye

Hacî Resullî Zade mef‘ulî şêx Reza ye
Reza be narezayî wek marî bêreza ye

11
Pîr ke kokî û netirrî dûr e le mirdin hêşta
Wirde ahengî diway koke nîşaney ecel e

Pîr ke kokî û tirrî dengî wek bare zele
şahîdî mu‘teberim îzzetî me‘mûrî tel e

12
Ew mirîşk û kelleşêre ke witim bînêre
Dûy le rê mird û yekêkî be nexoşî lêre

şew hemû des be du‘a bûyn le wextî sehera
Kelleşêr emrî Xuday kird û witim way şêr e

13
Her kesê nawî Mela Ezîz e
Bin gunî dayim be gîzegîz e

Be xoy gewwad û jinekey hîz e
Xwardinî gû we û şerbetî mîz e

14
Dewrî Wesman Beg le Koye jin nema neygên bebe
Nîsbetî Koye legell min nîsbetî îbne û eb e

Elxerez sozanî û zanî le koyî çatir in
Muxteser çak e qise, kûnî be, koyî mebe

15
Bûm be mîwanî Se‘îd Axay Wêlle
Her binî naxûnêkî sed fêll e

Le ser û sûretî ‘eceb mawim
Em qurrimsaxe gemall e ya dêll e
Helbestên din ên Helbestvanî/ê