A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Alî Bebe
1432 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Alî Bebe

Sa‘îl bexîna, na’îl eka, bexşişî kemtan
Alî Baban ya Xuwa nerizê destî keremtan

Herçend be mesel xencerî ellmas e zibanim
Nabirrê serî mûyê le eday şukrî nî‘emtan

Gîrfanî geday kirduwete kanî cewahîr
Êksîrî nîsarî zerr û şabaşî diremtan

Êwen be heqîqet melîkî mîlletî kurdan
şayan e ziyaret bikirê xakî qedemtan

înkarî hiqûqtan le ser em mîllete nakirê
Abayî Fereydûn, Ferr û Cemişîd e heşemtan
Helbestên din ên Helbestvanî/ê