A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Evdirehmanê Axtepî - Rûyet-siyeh Bad Ey Fîraq
199 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Evdirehmanê Axtepî - Rûyet-siyeh Bad Ey Fîraq

Rûyet-siyeh bad ey fîraq, cergê me sota serteser
Herdem bi şewq û iştîyaq, qelbê me kir zîr û zeber

Zîr û zeber qelbî hezîn, daîm bi feryad û girîn
Hem ah û efxan û enîn goşê sipehrê kirye kerr

Aciz melaîk bûn heme, ji bangê bi soz û demdeme
Gêj bûn cem’iyê alem e, ey dilbera nazik beşer

Ey dilbera rûx-afîtab, sotim di hicrê bûm kebab
Îhsan ke yek camek şerab, îhya bibit bendê cîger

Îhya bike vî bêdilî, carek bi dêmê sorgulî
Wek cilweheyê bilbilî, bêtin ji min sed fetl û gen

Sed ah û zarî cangudaz, têtên ji nêv cergê nesaz
Sergeşte der şîb û firaz, teşbîhê zeybeq bê mefer

Teşbihê zeybeq pur ‘ecul, emma nebim carek wusûl
Dil ma di hicranê melûl, bê gazî yû dad û mefer

Bê gazî yû feryad êres, efxan ji min tên wek ceres
Carek nego ey bulhewes, mekşîne ev çendîn keder

Ekdarê min çendîn hene, saet bi saet zêde ne
Têk hesretê çeşmê te ne, dil bû wekî narê seqer

Têk şubhetê narê cehîm, her fî semûmîn we hemîm
Zehmet dikêşim ez muqîm, hicra te çêkir ev xeber

Hicra te da min ev elem, bi ‘eşq û mehebet bûm elem
Lîllah veke babê kerem, rewşen bike min wek qemer

Wek bedra nêv hindî sema, berfê li min de çend dema
Da ez bikêşim van xema, bim serflraz ez yek qeder

Dê serfîraz bim şubhê şah, ger dilberê zerrîn-kulah
Carek li ser borînî rah, îhsan li min ket yek nezer

Îhsan li min ket yek wîsal, ew nazika gerden-xezal
`Eşqa me dê bigrit kemal, yek car ji perdan bême der

Bavêjim ez perde û hîcab, risweyê alem bêhîsab
Bo dilbera alîcenab, efxan bikêşim her seher

Zarîn bikim wextê seba, bo şahidê mesken Seba
Sed ehl û pansed merheba, ey derdê yarê muteber

Derd û birîn min bê ‘edet, têk pare bûn cerg û kebed
Hey dad û bêdad û meded, min ‘eşqê pur xwef û xeter

‘Eşqek xeddar çêbû li dil, sergeşte bû bê came mil
Dîsan ji nû cerhê di kul, bû zêde pansed dax li ser

Sed daxê der qelbê hezîn, dilber were carek bibîn
Min çû ji dest dinya û dîn, yexma kirim Tirkê qecer

Yexma kirin Rom û Hebeş, bîmar û mecrûh û nexweş
Mam bendeyê xalê di reş, heta dema heşr û neşir

Wextê qiyamet saetê, bê werdê baxê wesletê
Wellahî naçim cennetê nadim li fîrdewsê nezer

Serfê beser wechê hebîb, yekser di nêv alem xerîb
Ey wa’izê gotin ‘ecîb, we’za xwe bigre muxteser

We’z û nesîhet kin bike, teqrîrê bes gotin bike
Wesfê hebîba min bike, da çêbitin der dil eser

Da çêbitin der dil tereb, Tirk û Ecem, Rom û Ereb
Guh din bi qanûnê edeb, ser ah û kovan û keser

*Xwef: Xof, tirs; Yexma: talan; Muxteser: kin kurt; Tereb: Coşî; Pare: parçe; Cangudaz: Can-kuştin; Zeybeq: civa; Ekdar: keder, keser, keserin; Narê cehîm: agirç dojehê; Qemer: Hîv, heyv; Bedr: hîva çardeşevî; Zîr: zêrr; Goş: guh; Sipehre: ezman, şens

*Deşîfrasyon: Xendekî
*Ji pirtûka "Dîwana Rûhî", weşanxaneya Belkîyê