A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Evdirehmanê Axtepî - Ketme Êşa Cerh û Zexman
229 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Evdirehmanê Axtepî - Ketme Êşa Cerh û Zexman

Ketme êşa cerh û zexman ez ji qewsa* rûheval
Mislê baranê dibarin tîr ji wan muşganê al

Keşmekeş tê da me ez alem li ber çeşmê xeyal
Dilber im tirsa ye natirsit ji zenban* û webal

El-eman sed el-eman ey mexbeça* gerdan-xezal

Fikrê min ew qameta şimşadî ye der roj û şeb
Roz û şeb yeksane yekreng e ji bo min der teleb

Goşê ber qewlê reqîban kir hebîb im bê sebeb
Min ji ber derdê fîraqê pare bû cerg û kezeb

El-eman sed-el eman ey keckulahê* rû-bi-xal

Sed hezar sewgendê min ewtadê zulfê xem bi xem
Hem bi an tacê Qûbadî kec wekî şahê Ecem

Nabitin dil yek nefes xalî ji seffê derd û xem
Bes ke tetwîla* firaqê came ketye ber elem

El-eman sed el-eman ey şox û şenga pur delal

Sed sebahul-xeyrê* min ber xakîpayê dilberê
Îsewî teb’ê, kubarê, nazikê, dêm-enwerê*

Çeşmê hûrî, werdê* curî qedd û qamed ‘er’erê
Der lehîbê* ateşê ez ketme pencê beglerê

El-eman sed el-eman ey bejn û bala î’tîdal

Min ji narê bu’d û dûrî, cerg û dil têk bû kebab
Şefqe* ke ber min feqîrî bêkesê can der ‘ezab

Werdê me subh û mesaya*, leyte nî kuntu turab*
Ah ji destê zilmê te, min dîn û dinya bû xerab

El-eman sed el-eman ey nazika qenc a şepal

Min ji zatê dilberê weslek bi zarî kir meraq
Zalima tirsa bi çi naket bi min re îttîfaq

Bûme der çerxê firaqê mislê bedra der mehaq*
Muntezir* mame ji bo rehmek di nîv narê firaq

El-eman sed-el eman ey çeşmê ebrû der qîtal*

Bax û bostanê biharê têk me bû beyt-ul hezen*
Xulxul û awazê ‘eşq im çû heta Şam û Yemen

Çûm hilak ez firqetê firyadê min Weys-ul Qeran
Xemzeyê çeşmê di şehla can deranî ez beden

El-eman sed el-eman ey şahê ew rengê cemal

Can ji te’sîrê fîraqê ketye halatê şedîd
Narê ‘eşqê ba diket her sa’etek hel min mezîd

Tên ji van curhê di kul her dem hezar xwûn û sedîd
Dil di sehrayê fîraqê maye nalan û wehîd

El-eman sed el-eman ey zilm û te’da bêfesal

Eynê canê der beden hem qeweta sem’ û beser*
Bo minê bêçare ke carek bi şefqet yek nezer

Dûriya zatê hebîbê nar û pêtin der cîger
Bûm ji asarê* mehebbet bê sikûn û bê meqer*

El-eman sêd el-eman ey çeşmeê abê zelal

Wesfê zulfû xal û purçem min di zimmet de ferîd
Ger çi hicranê bike ser min tewîl û hem ‘erîd

Der qezayayê mehebbet nakim ez eks û neqîd*
Şemsa* dil derket ji ewcê maye der nûqta hedîd*

El-eman sed el-eman ey çêtir ez milk û menal

Şerbetek abê serahê bexşî ke beran feqîr
Da ji ihsana te carek cebrî bit qelbê kesîr*

Bendeyê pîrê muxan im ey şehînşeh destegîr
Sakinê dêr im ji bo Îsaiyan mame esîr

El-eman sed el-eman ey min ji hicret nalenal

Tîr û rim pey pey dibarin ber dilê kul bê ’eded
Şewqê yarê keckulah, têk pare kir cerg û kebed

Xaif û lerzende me ez ketme nêv pencê esed*
Derdê hicranê qetî kir canê şêrîn ez cesed

El-eman sed el-eman ey husna sûret bêmîsal

“Rûhî”yê dilkul ji bo te erdî kir halê ‘ecîb
Belkî rehmet kî li ser min bêkesê miskîn, xerîb

Erdê xizmet kir me îna xakîpayet ev ketîb
Pur melûl im, pur hezîn im, dil bi derd im, can-kebîb

El-eman sed el-eman ey şahidê zîba* xîsal

Qews: Kevan, bi awayê kînaye birû; Zenban: Guneh; Keckukah: Kum-xwar, kofî-xwar; Tetwîl: Dirêjkirin; Sebahul-xeyr: Rojbaş; Dêm-enwer: Rû-ronî; Werd: Gul, kulîlk; Lehîb: Pêt, agir; Şefqe: Dilovanî, şefqet; Mesa: Êvar; Turab: Erd, ax; Muhaq: Girtin, Muntezir: Çavdêr, Qîtal: Qetl, herb, kuştin; Beyt-ul Hezen: Mala keserê; Neqîd: Vajî tere; Şems: Ro, tav; Hedîd: Hesin; Kesîr: Şikestî, parçe; Esed: Şêr; Zîba: Bedew

*Ji Dîwana Rûhî, r: 58-61, Weşanxaneya Belkîyê
Deşîfrasyon: Xendekî