A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Evdirehmanê Axtepî - Ji Eşqa Dilbera Nûrîn
342 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Evdirehmanê Axtepî - Ji Eşqa Dilbera Nûrîn

Ji ‘eşqa dilbera nûrîn, şeb û rojan me xew naê
Esîr û bendewar im ez, di nêv ‘uşşaqê dinyaê

Dema wechê mubarek tê, muqabil ateş û nar im
Muheyer ez li zulf û çeşmê, nazik bejn û balayê

Fîxan û ah û nal im ez, dilê mecrûh û serxweş tê
Fîraqa dilberê zor e ku aşiq lew sebir naê

Hebîb û dilrûba û nazik û dilber suxen şêrîn
Nedî min wek te xanim, aşiqan yekser dilan daê

Were rûnê li textê dil, nezer de aşiqê şeyda
Ji ‘eşqê wek hilalê, ta û derzî jê xeber naê

Dema dem hildibe der dil, hezar ateşge heya Rebb
Te suhtim şubhe perwane, ji ferqa ser heta paê

Bi naz û awirê yarê, te kuştim nazenîna min
Nîqab ez rû tu bavêje, ku ez bême temaşaê

Di mektebxaneye ‘eşqê, ez Ferhad û tu Şerîn î
Di babê serxweşî mestî, ez Mecnûn û tu Leyla î

Bi qurban bim ji bona çeşme şehla, qameta yekta
Di her wext û di her gavan di nîva sar û sermayê

‘Eceb şerîn-xeber xonce-dihen, nazik beden ya Rebb
Perî-peyker, sifet-horî, melek-teb’ û şeker-xaê

Li le`lê lêv û dindanê, sedef bû “Rûhî”yê aşiq
Zeîf û jar û neçar e, ji ‘eşqa we dilaraê

Xonce-dihen: dev-gonce; Nîqab: perde, rûber; Suxen: gotin; `Uşşaq: aşiq, evîndar
*Deşîfrasyon: Xendekî
*Ji pirtûka "Dîwana Rûhî", weşanxaneya Belkîyê