A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Evdirehmanê Axtepî - Hey Werin Yar û Bira
828 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Evdirehmanê Axtepî - Hey Werin Yar û Bira

Hey werin yar û bira carek ji min kin yek sual
Da ji bo we bêjim ez asarê te’b û suê hal

Halekî şiddet-qewî tê da me roz û şeb muqîm
Ta bi wextê fecri sadiq min fîxan û nalenal

Narê hicra te li ser min zêde xurbet ah û ah
Çendî zehmetkêş im ez firqet li min bûyê kemal

Îxtiyare piştî kûz bûme ji hicra dilberê
Sed hezar sal e bi çavan nediye min parê şepal

De çesan nalîn nekim ahan nekêşim roz û şeb?
Nemîeî ed’ef çewan erd û sema ket îhlîmal

Jan didit dil ba cîger sota li min sînc hunav
Cumle e’da derdîdar in têk kebab in ey heval

Şubhê Yûsuf zîrê zîndan mame mehbûs û hezîn
Qet nego carek Zuleyxaê çi hal e bêmecal?

Çend hezar fikrî tên qelbê melûl ê xem zêde
Xurbet û rahê beîd û hicrî mehbûba ddlal

Narê Mûsa min ledun Îsa ji şewqa dilberê
Nûra Wadî Eymenê bû der cîger min iştîal

Dilberi bala qiyamet ger nebînim der buhişt
Yek qedem ger deynim ez ey dil mehal e, sed mehal

Mubtela Eyyûbiweş bûme di hicra dilberê
Erq û asab im ji hev weryane nabin întîqal

Çendî caran bê’eded der bûteyê hîcranî te
Wek zêrê xalis’eyar î ser mehek ez bûme qal

Qalî bûm bê gaz û çakûç û nefax û kûre-nar
Yek nezer wextê ku da min şeng û şoxa çavxezal

Şu’ledar im serteser ateş dibarit min ji ah
Bê du ebrûyê hîlal im dil me bû koyê zîxal

Nagihê Selma xwo ey dil, reş bipoşe matemê
Hêstirê xwûn ên dibarîn dûr ketî wextê wîsal

Arezûmendê te me, ey şahê textê dilberê
Zêde sewdadar im ez wck teşneyê abê zelal

Yek gedayê dergehê ‘alî me ey canê cîhan
Sal û meh gerden-kec im bo şewqa dîdara cemal

Xerqeyê girdaba hîrman im Xuda rê hîmmetê
Ah û feryadê me da xelqê cîhan yekser melal

`Wed-duha Wel-eylî` werd e, ser zebanê min muqîm
Çûn ji ewwel wechê te sanî dizanim zulf û xal

Çendî bê însaf û rehm î, şefqetek nakî li min
Bexşî yek dîdarê te, can û dil sed milk û mal

Yarê min girtî xezeb avêtime paş kohê Qaf
Bîm û ummîd e tecellî ser me ez perda Celal

Ahuyê wehşî medam lê da ji nîva qelb û dil
Min nizanî murxê canê min bi kakil bit ‘îqal

Xusrewê xûban kirim yexsîrê çeşmê reşbelek
‘Uşrê mi’şarê beyan nakin hezaran qîl û qal

Wesfê derdê ‘eşqê dilber çûn mûfessel nabîtin
“Rûhî”ya mucmel te got, lakin bike teyyê meqal


*Mucmel: kin, kurt, qut; Murx: teyrê sîmir; Medam: hertim; Hîrman: bêçare, bêhêvî; Gerden-kec: stû-xwar; Geda: parsek, xulam; Teşne: kesê tî; Arezûmend: xwestî, xwazgînî; Şu`ledar: bi Çirûsk, têr ronahî; Nefax: pifkirin; Wadî Eymen: newala Eymenê, Hz Mûsa li vê newalê bi Xwedê re axiviye; Çesan: çawa; Kûz: xûz, qof, qembûr
*Deşîfrasyon: Xendekî
*Ji pirtûka "Dîwana Rûhî", weşanxaneya Belkîyê