A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Evdirehmanê Axtepî - Aşiq û Maşûq
579 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Evdirehmanê Axtepî - Aşiq û Maşûq

Aşiq:
Sed tehiyyat û selamê padîşahê la yezal
Her mukerrer bin peyapey zêde lê enber-şemîm

Saf û rewşentir ji cer’a kaseya xemra helal Ermexanê hedretê can bexşê dildarê kerîm

Maşûq:
Hem selamê canfîzayê padişahê qudretê
Pertera wechê te lê bit dem bi dem her saetê

Zulfê şeb-reng im şemîma mişkê tatarê de tê Bit li canê aşiqê min her sehergeh ba nesîm

Aşiq:
Dilberê hatim bi zarî payê dîwanê refî
Ba dil û sergeşte û çeşmê terr û sewtê xeşî

Sed niyazê min temaşa kim demê husnê bedî Bendeê siltanê xuban im, ta ji ezmanê qedîm

Maşûq:
Nik me m’elûm e, esîrê bêkeş ê aşiq li min
Bêumîd î, xeyrî min zanim ji însan û ji cinn

Rengê min weslek bida te bêdilê hesret mezin
Lê reqîp guhdarê ser me şubhê Şeytanê recîm

Aşiq:
Bûm hilak ez hicra cansozê te yarim, eî-eman
Şubhê kohê Qaf e qelbê min ji ber derd û xeman

Ah û feryadan dikêşim ey nîgar im her zeman Şu’leya hîcra te sotim bêhtir ez narê cehîm

Maşûq:
Bes tezellum ke ji destê firqetê pur derd û xem
Ateşek berda dilê min te ji kelamê ba elem

Wextê şefqet kim li te zulfan vekim şubhê ‘elem
Narê Nemrûdî bikim ser te wekî baxê ne’îm

Aşiq:
Muntezîr mame di nêv pêta firaqê roz û şeb
Çeşmênêr û guh li rê ye yek bi yek ba ferh û tereb

Kes nehin bi nik me carek ey şehê alînesîb
Her wekî Yûnis di behrê der zikê hûtê `ezîm

Maşûq:
Ger mûyesser bit ji bo me meclisek xelwet-kemal
Kes ji bedxahan nebit hazir li meydanê cemal

Find û fanosan vekim bo te ji zulf û bisk û xal
De tecellî kim li te carek çi Mûsayê Kelîm

Aşiq:
Ez geda me bo tecellî lerze me ber asîtan
Serxweş û pabeste daîm, ey şehê kêşwersitan

Derdê ‘eşqa te li min sed murxîzar û bûsîtan
Hate destê min ji ‘eşqê canê min teb’ê selîm

Maşûq:
Bo te bêjim aşiqê min qenc li nûtqê guh bidêr
‘Eynê iksîr im bi husnê mes dikim teşbîhê zêrr

Rubehek na kes bi wê ‘eşqa me da te ismê şêr
Hem çû Luqman im bi weslê xweş dikim qelbê seqîm

Aşiq:
Sefqe ke siltanê xoban zar û bêzarê te me
Melhem û derman bide dîsa birîndarê te me

Qeyd û zincîr in di zend û pa giriftarê te me
Şahidê şêrîn-suxen bukşa derê lutfa ‘emîm

Maşûq:
Aşiqê min, ger dixwazî wesla dilber bil nesîb
Lazim e bi pêt û agir dil bikî yekser kebîb

Da temaşa kî ji canan işwe û anê ‘ecîb
Safîdil be dil meke derheq nîgarinê ze’îm

Aşiq:
Bû telef ‘emrê ezîz im der firaqê ateşî
Bêkes û zarê te me bes ke li min ev serkeşî

Kewkeba çerxa berin î, hem şeh î hem mehweş î
Paşê pîr bim yan neqil bim dê li ser min bî nedîm

Maşûq:
Bo te qafî kim kelamê, guh bide beyta fesîh
Zanim ez nayête destê min aşiqê çendîn melîh

Abê heywan im bixwo hem nefsê enfasê Mesîh
Dê li te pîrî bedel kim, hey bikim ‘ezmê remîm

Aşiq:
Çi bikim ez Dîcle diçî pêl bi pêl ta milkê Ereb
Lê çi fayde zar û mehrûm im, feqîr im teşneleb

Her ji ber bêkamî yû bêçaregî ker bû kezeb
Nabe carek zû di tirbê ey senem ber min rehîm

Maşûq:
Serxweş û bi yarê nîn e ser te mîsqalek herec
Hem ezîz î nezdê min ez xeyrê xud yan sed derec

Bişnew ez men nukteê es-sebru mîftah-ul ferec
Sebrê kc da bo te tertîb kim îlacê sed hekîm

Aşiq:
Ez dizanim sebr e mîftahê ferec li der beden
Cayê sebrê min nema çi bikim îlacê ey semîn

Muhbet û ‘eşqa te xiste gerdenê dil sed resen
Îltîfat û suhbetek nakî bi wan şevê besîm

Maşuq:
Tên zi her beytek te şêrîn bêhn û bûya nafeya
Lezzeta me’nê didit teşbîhê xemra şûşeya

Nîm e ez bi hub, welê mani’ li min perda heya
Hem reqîbê kafirê bedxahê cessasê nemîm

Aşiq:
Şehsiwarê erseya husnê li min ke şefqetê
Aşîkar e ger nezer nakî bi xef ke rehmetê

Xemze tên şubhê xedengan ketma xewf û xeşyetê
Bendedaran, şahîbazan nakujin seydê herîm

Maşûq:
Xem me xwar seydê qedîm xaneê helqe bikoş
Zulf û bisk û xal dihatin bo te feryad û furoş

Mujde behra şefqeta min ser te hatî pêl û coş Çend qedem pêş de kerem ke seyr bike lutfa ‘emîm 

Aşiq:
Minnet û sed minnet e ber aşiqî bêdil te kir
“Rûhî”yî wa mende ra genca kerem dîsa vekir

Perde avêtî ji ber dêmê, me halê secde kir
Lew di nêv ‘uşşaqê alem, ez bi weslî bûm wesîm

*Genc: Xezîne; Wesîm: Rû-xweş, rûgeş; Bedxah: Fesad; Cessas: Sîxurr, casûs; Nîm: Nîv, nîvî; Teşneleb: Lêv-zuha; Ker: Parçe; Ze`îm: Serok, mezin; Abê Heywan: Ava Jîyanê; Şêrîn-suxen: Şêrîn-gotin, şêrînkelam; Asîtan: Dika derî; Muntezîr: Çavdêr; Tereb: Coşî, kelecan; Xub: Baş, bedew; Refî: Bilind: Nesîm: Bayê sibê, bayê hênik; Mişk: Misk, bêhna xweş (xezal); Mukerrer: Tekrar, dubare; Enber şemîm: Bêhna xweş

*Deşîfrasyon: Xendekî
*Ji Dîwana Rûhî, r: 75-80, weşanxaneya Belkîyê