A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şevreş Jaro - Pirsa Ji Min Nek
91 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şevreş Jaro - Pirsa Ji Min Nek

Pirsa ji min nek
gazina ji min nek
min bihêl pirtûkek girtî
ji şîn û xema
rûpelê min li roja venek
Pirsa ji min nek
gazina ji min nek
Di ezmanê çavê xwe de
min bik sitêr
yan di tûrkê derya deman de
min veşêr … û …
li ser sînorê payîzî
ji baranêre
min berd pelek
Pirsa ji min nek
gazina ji min nek
Ned himbêza kemê te de
min xwe didî ….. û
ned pêlên oxran de
li hêstirê xwe ez dibûm xwedî
û ….. ned
tiliyên sibehan de
ji xwêdana lêvê te re dibûm xelek
Pirsa ji min nek
gazina ji min nek
Di nava xewnin şiyar de
min xwe ji şeva vedidizî
ta ez şopa xwe biçînim
di neynika demek derizî
û ji paya tenî bilind re
gulek
Pirsa ji min nek
gazina ji min nek
Nehêl dîsan
ez vemirim ji vemirandinê
mirîme ez
berî zayîna mirnê
min di nav xewnê xwe de bipêç
rengekî nû
reviyaye ji ber revandinê
û bi kesera hûnaye henek
Pirsa ji min nek
gazina ji min nek.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê