A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şervan Azad - Şehîdek
133 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şervan Azad - Şehîdek

Ev tenê ne welatek e
Xewnek e
xeyalek e
û hesretek e

Ev tenê ne bajarek e
Girek e
şêrek e
û berxwedanek e

Ev tenê ne taxek e
Rextek e
çekek e
û hêzek e

Ev tenê ne kolanek e
Şînek e
girînek e
û goristanek e

Ev tenê ne minareyek e
Dîrokek e
Şehîdek e
û Tahîrek e!

Mijdar.2017.Mêrsîn
*Bi destûra helbestvanî ye.