A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêrko Bêkes - Winda Bûn
813 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêrko Bêkes - Winda Bûn

hemû caran
ku serî dixî li ser milê min
wextê diçim nav porê te
di nav wê de dibim perperoka şaşbûyî
û winda dibim û nayêm.

hemû caran
ku destî dixî nav destên min
êdî ew pênc tiliyên destê min
dibin pênc masiyên hûr û diçin gola çavên te
û winda dibin û nayên.

ew wextê ez
vedigerim bo nav xwe
ew deme ye ku ez tenê me
û tu li wir nîn î!

*Ji Soranî: Ehmed Berojî
*Çavkanî: Medya Civakî (@ehmedberoji)