A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêrko Bêkes - Min Kurd im (Ez Kurd im)
1176 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêrko Bêkes - Min Kurd im (Ez Kurd im)

kam xwawend xawenme nazanm?!
kam şeytan xawenme nazanm?!
ne asman gwê egrê le xwênm û ne dinyaw
ne dad û ne yasa û ne zengî klêsew ne qubibe‌u minarey
mzgewt!
nazanm min bekê û min beçî swênd bixom?!
kê penaw kê dalldew kê kesme nazanm?!
min êsta şaxêkî bê swêndm
swêndî min dûkellew qseyi min xollemêş!
hawarm her xwênî meyumew
her koçî serew lêj
eweteyi koç heye koç ekem
eweteyi grr heye esûtêm
eweteyi aw heye exinikêm
eweteyi tîẍ heye qurbanîm
eweteyi xak heye bê xakm
eweteyi şax heye min tlor ebmewe û
eweteyi dar heye lêyi edrêm!
min le pêş mûsawe awarem
pêş mesîḧ min xaçm
pêş qureyş min zîndebeçall û
pêş ḧseyin min serî birrawm....


Kurmancî:

Kîjan xwedawend xwediyê min e? nizanim
Kîjan şeytan xwediyê min e? nizanim
Ne asîman li xwîna min guhdar dike û
Ne dad û ne qanûn...
ne naqûsê kilîseyan...
ne qubeyên mizgeftan...
Ez ê bi kê û bi çi sond bixwim? nizanim
Kê hewan û kê palpişt û kê kesê min e? nizanim
Ez vêga şaxekî bê sond im
Sonda min dûkel û gotina min xwelî...
Hetanî koç heye, dê koç bibim
Hetanî agir heye, dê bişewitim
Hetanî av heye, dê xerq bibim
Hetanî dirêş heye, ez qurbanî me
Hetanî ax heye, ez bê ax im
Hetanî çiya heye, dê bigindirim û
Hetanî dar heye, dê min lê bidin
Ez ji berî Mûsa, koçber im
Berî îsa, li çarmîxê me
Berî Qureyş bi zindî li gorê wer bûme
Berî Huseyn, serê min hatiye birîn...

*Kurmancîkirin: Muhsîn Ozdemîr
*Bi destûra wergêrî ye.