A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêrko Bêkes - Jimartin (Eger Karibî)
660 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêrko Bêkes - Jimartin (Eger Karibî)

eger karibî
guliyên vî baxî
yek bi yek bijmêrî
eger karibî
hemû masiyên gir û hûr
yên nav çemê pêşberî xwe bijmêrî
eger karibî
dema koçberiya teyran
yên ber bi jêr û ber bi jor ve
yên ber bi jor û ber bi jêr ve
yek bi yek bijmêrî
wê demê ez jî soz didim
heçî qurbanên
vê axa şîrîn ya Kurdistan
yek bi yek bo te dijmêrim.