A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêrko Bêkes - Ji Bo 8ê Adarê
1502 Xwendin
9 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêrko Bêkes - Ji Bo 8ê Adarê

baskê bazekî şikandin
asîman firrînek wenda kir

çavê xezalekê korr kirin
awirek ji kîsê deştê çû

guleyek ket qirika kewekê
çiya stranek wenda kir

kulîlkek binpê kirin
bilbil bêhnek wenda kir

lê dema ku jinek kuştin
evînek ji kîsê hemû dinyayê çû