A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêrko Bêkes - Helbest
7818 Xwendin
6 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêrko Bêkes - Helbest

di bin baranê de
helbest dibe çetr
di bin germa rojê de
helbest dibe sîber
di sermayê de
helbest dibe agir û li şewa terî de dibe çirayê riya te
çi dema çetr, sîber, agir û çirayê min cem te nebûn
wê yekê bizane
êdî helbest çûye ava û ez jî mirime