A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Serkeft Botan - Xela Pêşenga
164 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Serkeft Botan - Xela Pêşenga

giyan direwşên bireser dipêçin li jiyanê
û her yek bi nasnameya xwe şirove dibe...

Berxê min...!
viya mîta stêrkan e
stêrka qurix
cîrançilek
Leyla û Mecnûn
dûvstêrik
û yên bê nav in...

ji kedxwiriyê vir de ku diranê maran zîl da
ên ku dixwiricin
û tariya şevan kifş dikin
stêrkên bê nav in
leheng
ku bi qîrîna zaroktiya xwe
bi dengvedana berriyeke fireh
sazûmankarên asoya gulşîlana demçav in
dertên
her yek ji wan ji paxila çiya
mîna pitikên ku bi memikê dayika xwe re bişîrin
û bi henûniya mêrûwa bi bê re bar dikin
mîtolojiya noteyên biharê
defa sîngê min armoniya zirav dirêse
radixin li ser lêvên tebaxê
goşî
bi
goşî
nalîna nalên deh-hezaran
û
teriqîn şivînên şivanan
teriqîn gaûşên gavanan
teriqîn stranên şirînekan
teriqîn tûrikên şebihêrkan
teriqîn stêrkên dor kaniyan
guhên kevirên qesir û perezgeha
nedibihîstin ku hewarên min
gûhe hewaran gez bikin
dema ku kuliyan lingên xwe dixwarin
di xela pêşengan de
û çavên te berxê min çavên te
yên ji rengê kon-ezmana
ku hênikiya pelên mêwa dida
têra min nedikir bavê min
ew erdheja ku bûbû li eqara mêjiya
te ji min
min ji maka min dûr dixist