A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Serkeft Botan - Serhişkiya Kerikî
137 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Serkeft Botan - Serhişkiya Kerikî

ev hazar sale ku ba
bi min ve zeliqandiye çarenûsek zipîziwa
serhişkiyêk sayî kerikî
ji zemq û senîta dema
dane ser pişta helkehelka
ez herifîm ji seqemên ba û germa
û
nalînên gazînokî digevizin
ji terpela bayên fediya
li ser xet û bin xeta

dikulkulîm
ji şewata nalînên festîwala kula
mijankên min nayên serhev
ji kerbên derbên xencerên çav soriya
xeniqîm
ji tevna benkulabên nîrê zordestiyan

xeniqîm
di asoyên qurunc de
xeniqîm
di tevgera ezê de
xeniqîm
di bêtifaqiya em ê de
xeniqîm
di kalanê rimê de
xeniqîm
di cembilê bimbê de
xeniqîm
di sebra yarê de
û
ne te vedigot
ezê
li raçingên xwe vegerim
berxê
heger ku tu bêy
û li esmeriya helkehelkên min bigerî
hilkê darêk çinarê ji kokê
lê tu ne fetisî
di pirsên rehên wê de
sebrê
ku bejnekê bilind bû stêrka sibê
wexta sehergeha ye
were biçêre
liser sîngmergên min
baskên xwe lihevxe
bi kubariya minminîkan
bila bi me bihesin hinijandinê xewşevînan
û
hêdîka

ji xalîbûna xewleya xatirxwaziya sermestiyê
çend hevokên helbesta bişeridên
ji kefa zimanê ku diperpite liber niga
bi sira bayên stêra qurux re
li ser dev û lêvên esmeriya min bireşêne
û
binuhurînê lorînên gazînokî
sosretê
bi guhazkên guhê şeytanoka dake
bêdengiya şirînekan
û zîzbûna şevên bêdeng
tu
neherimênî pêjnên kurubeşka
bila vexun avên kanîkên hênik
dil kizirînê
kizirîn
zimanên min
kizirîn
wêjevaniya min
kizirîn
helbestên min
kizirîn
rengdêrên min
kizirîn
hevokên min
kizirîn
daristanên min
kizirîn
paytextên min

û
va ye
memikên min
ferfûrî agirpij in
berfa çiyayên rû sipî ne
sika kihêlên xwe lê bikute
pesn û beradên xwe
lê bitewlîne
ne hewcêye ku bidim te navnîşanê hezkirî
xwe li roja ku di pişt diyara re derdikeve
bigre
û bikudine
wê bên guhên te
sewta kurkura nalînên dijle feratê
ku ji têhna senîta salên kerikî
beherîne
beherîn
bêriyên min
beherîn
berbiwên min
beherîn
tilîliyên min
beherîn
serhildanên min
beherîn
pêşengên min
beherîn
kewribatên min
û
heger ku bi saxî filitîn
berxên min
ji feq û dafikan
ji zeviyên narincokan
ji qeda û belayên serhişkiya rohilata navîn
ezê qewlên heft tebek nanê şikeva
heft sêl nanê şilikî
û guldanek ji perîkên teyrên tawis
tesediqa serên we bidim
weyselqeranî
û
heger ku fewitîn
kemîn
ji refên qimilan
û ku şiyarbûn simbilên geniman
bi bayên esmariya te
hevsarên kihêla berde şewla dilên hurriya
tê rastbêyî li kanîka kanîxweşikê
xwe kuruske
tê bibênî duruvên sal û zamana
di neynika ava wê de
şun de
ku tu rapeliqî çiyayên gebarê
wê pêrî te bên bêrîvanên egîta
tu gez nekî ji matmayiyan lêvên xwe
bermalî
hêvîrojin
çir şîrin
çir ronîne
guhanê heyna didoşin mexmerên
serhişkiyê
dimeyênin ken û giriyên sincirî
ji sincirandina rohilata navîn
û
vê bêbaviya tahdeyiyê...

kanûn 2002