A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Serkeft Botan - Pişk
122 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Serkeft Botan - Pişk

Koncalên çavan xwe ragirtin
Ji kîskên xeman
Bendekên hêviya man bêxwedî
û tu nehatî
Ser delavên çokên min
Me yê du gotin
Bikira bi delalî
Vexwarana tasek dewên çortana
Yê bi pung
Xewrak dimsa babîla û hêken sûsika
Ku ji keriyên xelafilitîn
Ji hebana tutina xursê
Yek du hilm bikişanda
Li bajarê biloka ê bin axê
Ho bikira neynika esmana
Bila bela bibûna molekulên kesera

Ku tu girêdanê bi girêkên kor
Ji mîta qal û belayê ve
û ku pişka te
Li kezebreşiyan ketî…

Daristanan kulîlkên bêrîkirinê weşandin
Taristaniyê nego bes e
Hezkirin bi zerzengê xwêdana ve niqutîn
Ez tî mam
Di hevoka besê de
Ma van çavan
çi dî û çi nedî lo
Derya sebrê qul bû
Kewiyên kula re diherike
Xwe xewle dikim
Ku di guhên stêrkan de tenêtiya xwe vebêjim
Bi zimanê qaçax
Helbestek birîndar

De hema bi xwedê ku min
Wek kiskê dewê diya min
Bi darve jî vekin êdî ne xem e...