A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Serkeft Botan - Mehra Bi Xwîn
237 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Serkeft Botan - Mehra Bi Xwîn

Ey mirin
Qedera peşk lêketî
kefenên dert û kulên risas girtî
Aqubetên têr nexawarî ji gora
komkujiyên li kolîkên hev siwar
ku di bin tavheyvên şiflî tazî de hizhizîn
ey
şikêra hestiya
bêdengiya goristanên lal
şiliya rondikên devê birînên kal

Ey mîrê cinan
ey xwedanê xwînê
qûça xeybên xwîn rijînê
ma we çend lehiyên evînan
çend lodên serjêkirî firtandin
dabeliandin agirgehên aramgehan
ji maka dûr xistin xatirxwestinên hêviyan

De ka
hunê çi vebêjin
ji pêsîrên jêkirî re
ji biskên evînên dildêr re
de vebêjin
dev sotikên sor birîna
çend cara xwedawenda
di we de
vemirandin artêşên xwe
çend cara perda ezmana hilweşandin bi ser azibiya we de
û keraxên avpêj rûwên xwe dadan bi laşên we

Ey agirê bê dad
zemherîra
erd û ezmanê bê mad
di nava pêtiyên te de mirin çawa oriya
çawa kal bûn hêvî di zikên tofana de
çawa şikiya xuşîna pelên daristanan
çawa kor bûn çavîkên bax û rezan
çawa çavên hebtiriyên reş rijandin qijaka
kê notirvan li mala bi werîsa girêdan
kê das û bivir da destê sewiyên tifal
kê birî mehra xwînê li vê xakê
kê dara sêhr çikand
kirin kêlikên asoyên berbangê …


ey hêviyên di malzarokan de razayî
ey dayikên bi sorgula badayî

ma ne ew in
ê ku ji bez û çermê me yê pêxistî
ku agirê wan
ji hestên mûmê me vêxistî
ku pesnê wan bi lêvên me dijîn
ma ne ew in
ê ji beja dabûn serpişta hespa
ku liser kokelên me avakirin komele
ma ne ew in
ê bi banga dîkê sibê re
ku hêvî girtin bi xeşîmî
ma ne ew in
ê ku roj bi nexikê reş girêdan
qet û ben kirin derya
sibê wê derya rondika bibarên e
sibê wê hêvî hêwî bibe
sibê wê girêkên mezra botan tahl binimin
sibê wê bi çargav hovîtî li xwe vegere
sibê wê bibe qîje qîja çekên sosret
sibê wê bibe şinge şinga nalê karwanê mirinê
sibê wê berik qayişê bikşênin bi Iştar re
sibê wê eşq porên xwe bişkinê di neynika xwînê de
sibê wê gor bizên di erxên devên dîrokê de
û
xwedêgiravî ku vedibêjin îsoyê lawê xwedê
li qatê yekê
wê ker bibe
ji dengê qalûşkên leqata cendeka
û
duldula Mehemedê yetam
wê ji sawa dengê moşekên sama
ji pêlika mêrdewana ku sipartibû ezmanê sipartakus
wê serserkî bê xwarê
sibê di nava pêtiyên agir de
wê warînî bi Marduk keve
Zeus wê eceb bimêne li vî şerê hovane
sibê wê bi gopalê Mûsê erdnîgariyek mîx bibe
cihê ku mirovahî jê derketiye
hovîtî wê li xwe vegere
teşqalê zarokan
sibê wê bibe goştê ser savara şaristaniyê
û mirin wê bi zikra xerdelê bikeve
xelk wê bibe boraq
ji xwedanê xwînê re …

wey gidî
ma rast e
ji tirsa
bajar stewr mane
bûkên yeksale ber davêjin
werz pizankên zayinên milyaketa dixûn
pere li mazata xwe dikşînin ber box
lehengî daketiye ber linga
mêranî bi sirixên kolana ve girêdane
bejna xwe qam dike
ji mirinê re

û satore bûne kesaxvan
bajar ketine xewa xwe xapandinê
bi sikûfa deriya ve girêdane
ciwan
kanîkên mala
xwînê bel dikin
diherike xerabiyên Ehrîmanan
çerpe çerpa devên seha vedixwin
taştê
firavîn
şîv
xwîn
û tolaz parîkên nanê xwe
di xwîna dîrokê
dadikin …

ey dîrok
ey dawî û despêka wê bi xwîn
ma ne bes e
ku ewqas sal
li van çiya
şewl û newala
ku mirinên zorga dizên
ma ne bes e
ev mirin
ma ne bes e
ev mahşer û fîxan
ma mirin li ku bûye jiyan li bin betana ezmanê şîn
ma mirin li ku qetîtkên xwînê dibarînin

ev xela mêra ye li me rabûye
ev qeliandina ba ye dara serukun dike
ev tunebûna keda ye netewa bê per dike
ev taya kîmyasala ye Helepçe gazina ji Hîroşîma dike
ma ev kîjan xweda ye ku tirs û forta di me werdike
ku zikra nava wî xwîn e
ku lewhê dilê wî xwîn e
ku diayên tizbiya wî xwîn e
ku jimara temenê wî xwîn e
û di şevên tarî de
stêrka di derya xwînê de vedişêre …
ey mahşera her roj li ber derî veketî
ey bayê bawî qidumên çong şikestî

ma tu kotî nebûyî ji tevdana terafa keftara
ma tu şîn nebûyî di boçika pêlên mahşeran de
ma te ne afirand ferhenga kederên xwe
ma qey têr nekir hûtên derdora te
ku xwîna te herikî parzemîna reşika

ma ev çi roj e
çima agir bi zikrê ketiye
berbang ji şewla kê ronî ye
ev lehiya mahşerê
ev sûfandin
ev ba
ev boran
ev mirin
ev darûber
ev beyirandina xaman
ev bawîbûna rohilat
çima zimanan ji terman birek dikin
bi kêrê kalanî guha jêdikin
ew kî ne mexmerên xwînê tevdidin
û mahşer
cendekan li ber xwe dibin
ew sawa han
ew derya tozê
dê weledên xwe davêjin…

Amed, 16.02.2003