A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Serkeft Botan - Ev Cara Çenda Ye?
143 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Serkeft Botan - Ev Cara Çenda Ye?

Ev cara çenda ye cegerê min
axînê hêrsoyi
di birka çavê min de diçênin

ev cara çenda ye rapelînê min
newala qesaba de
li kendalê qirbûnê terh didin bejna min

ev cara çenda ye qurnefelên min
di mergên çarçiran de
bi mirina reş jiyanê didin jiyana geş

ev cara çendaye helke helkên min
agir himbêz dikim
wargehên min ji dev ziman dikşênin

ev cara çendaye weneyên min
dîmen li ser dîmene quç dikin
çavên min qolincê xwînê dibarênin...