A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Serkeft Botan - Çîka Çiyan
152 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Serkeft Botan - Çîka Çiyan

Her êvar govend digirtin
Hest dibûn şitilên gulan
Reqsên sermest vedixwarin
Tîn dida kûra dilan
Dest didan destê sterkan
Serê çîçikan çik dibûn çîka çiyan...
Hey . .!
Delalê
Zanim sedem sersariya salan e berê zayînan awiqîn
Li berbanga jiyanê pîçên pêvajoyan dizîn
şîr ji elbikên guhanan...
Dem xirifin di hêlekanan de
Hêlînên ji biskên spî
Bêrî li beyaran engirîn
Nalên hespan qurimîn
Ken qurifin
Ji qurifandina
Ka
Geştiya eşqê
Li ku ma...
Wê çawa be
Ji bona xwedê
Lal mane pitikên demê
Tev xeyidîn
Nakin gix gix
Nabişirin
Bi pêsîrên dayîkên xwe re...
Hey!
Delalê
çîka ba hat germa tebaxê weşand
Hest di newalan de mişt bûn
Lêmiştên stêrkên rijandî
Di besta dilan re herikîn...
Nayê bîran çend payîz in bîranîn bi xuşexuş in
Bi xwe re birine leylana
Kezeba çolan diweşin...

Amed, 16.03.2002