A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Serkeft Botan - Bihar
283 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Serkeft Botan - Bihar

Bihar nûye
Nûjeniya perda hêviyên gulxok e
Peşkên jenandina kevirhestem
Mocê hestên derya ya sicirandî pêketî
Digşênim dûxana qalûna xwe
Ji dîmenên bircên amedê
Di derya hilnayên pêlên çalak
Pêtiyên agir gef dikir hefada min
Vedişêrim lehengiyan
Li meydana lenîngiratê
Di berîka êşên min de
Terafa cendekê min
Awirên cîhane kê pê kil dikim...

Ez va li virim amed
Ez va livirim
Kela dezîka te me
De bişikine porên xwe
De girê bide reşekên xwe
Te çawakir ji sebra min
Te çawa dabelian`d
Behna şewatê ji bedena te te
Ax te kezeba min şewitand
Amed…
Bihar noye
Nûjeniya perda berbanga werzêye
Ne min go
Ku bibim rîskêrekî bi ahd û şanevan
Sonda min
Wê bi kevirên te yê rêş bî
Ezê vebixum
Zikreşên keleş
Bextreşên bê text
Xwedareşên bi zext
Poşreşên bê wext
Qafreşên teres
Pûştreşên bi dek
Zolikên çavên geş
Xeniqîm li nîvrojê reş
Xweda reş
Metran reş
Mizgeft reş
Bext reş
Kevir reş
Reş
Reş
Reş…
Reş
Reş
Reş
Reş
Ma wê kengî
Reşêşikên baranê bibarin lo
Xubariya xunavên doberanan
Ne min go
Ku bibim rîskerên çar tayên porên te
Ezê daqurtênim kelehên girtîgeha
Tev mazgehên dîlbûna te
û vî bajarî
Teva goristanê zindî
Kaş bikim li pêy xwe...

Bihar nû ye
Nûjeniya sal vegerên emrên nîv qurmiçî
Lê dibê ku ez rabim ser xwe
Kaba bavêjim
çik bikim sitûnan li bin ezmanan
Biçinim lêmiştên lêvên qeresiyokî
Melodiyên nuhurînên keseran
Bişeridênim gulîkên helbestan
Bila hesret şîn vexun mirada
Ji bayên besta
Girên herdû çavan te
Lê berî ku werz bengîniyê ji bîrbikin
Hesretên ewravî
Diburusun di nava zeraqên stêra te de...