A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şerîf Husên Penahî - Koçî Kurdan
94 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şerîf Husên Penahî - Koçî Kurdan

Koçî kurdan wa be karwan dê le rêy şaranewe
Roj be barî qurs û birsî şew le ber baranewe

Nîştimanî xome deypêwim pêm dellên aware ye
Gerçî bê reşmal û pêxwas ser be kosaranewe

Rêge dûr û xêl mandû û lêw be bar û pê petî
Çaw be esrîn dêne pîrî koçekey yaranewe

Naye sozî dengî goranî heware û koçî sûr
Karwan gwêy dawe be nalley birîndaranewe

Bo minalê termî daykî xoy be cê dêllê û eçê
Asman degrî melan degrîn be ser daranewe

Dengî top û tîrî dujmin dê le şwênî koçewe
Cê hewaran wa be destî sûrî zordaranewe
Helbestên din ên Helbestvanî/ê