A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şepal Berzencî - Ez Bû Me Par
72 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şepal Berzencî - Ez Bû Me Par

Min ji Canê can divê
Wê ez kirim parî par
Parek ji cana min heba
Ez pê dibûm carek bi par.

Para hevalê min heba
Para mi bû sed parepar
Xelkê ji para par birin
Ez tevlî cêzê bû me par.

Cardî ji para par kirin
Ez ket me nav para mirar
Vêga çibêjim va me ez
Derdê Evînê ma siwar.

Para direş mara mine
Agir di nêv para mine
para neyara bes kirin
Jehrî di nav para mine.

Kurd Amine dest Amine
Tan Amine warê mine
Ez wê divim para mine
Para mine para mine.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê