A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Semra Çelebî - Îşev Bê
127 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Semra Çelebî - Îşev Bê

îşev bê
bibe şeh li porê min
ji hev veke guliyên
û şeh bike bi tiliyan
mîna tizbiya kehrîbarî, bijmêre
ta bi ta -yek û du
-yek misk yek ember
û jê bixwîne hezkirina xwe -
weku dixwînî ayetan ji
mishefê!
bê îşev, bibe kildank
ji şevê kil bike mijankên min
bê, li çavên min bibe morîka
xewê -weku biteyisim li ber
eynikê
û bêhna sibehê ji min bê!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê