A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selîm Temo - Seherê Gul Reşandin
525 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selîm Temo - Seherê Gul Reşandin

seherê gul reşandin ew diçûne mala rojê
saqiyan min êşandin her birîn e kula dinê

ah û zar im xefî me ji reqîban sergerdan im
tîr li can dan armanca wan her ez im heya tu bê

servînaz î xunçebaz î dîdara min her tu yî
sotim wek kebab û sîna ku heya dengê te nê

serî poş im meyfiroş im ku qisûr karê min e
du lû`lû ye li ser rû ye yek ku çak e yekî çê

dilo rabe vê seherê rojê gulîstanê sot
gul ku ax e şebçirax e herke bê û herke tê

karê min e noba gulan dibînim alema din
her çî saz e di golê de kî dibêje ew ê nê

qedera min sotin e niyaza min her gotin e
dilê min ax û gazin e çep û rast e yan du sê

gulabdan e derdê gulê leylan e alema din
servîbal e nûn û dal e ne mîn dîtî ne xelkê

meyxane bû welat û uzletxane bûye warê min
ax ji dest ax û zarê min gula gulîstanê bê

pasbanê daxwaza dilan tu bibe nameya sor
yarê paca xwe girtiye dibêjit bila gul bê

kî ku gul e zar bilbil e alema xefî qabil
erxewan e saxiya dil çûyîn e dermanê wê

me gotî em sergerde ne hesreta gula zerî
ne bi zarînê xapiya ne bi sotina gulê

karê me her mey û iyş e saflet pişka me nîn e
dilo rengê gulê bîne ne ku diçe ne ku tê

temoya dil hilîne perda sosretê werîne
zeriyan canê te sotin evîn e ku tu divê!