A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selîm Temo - Pûnga Li Bajêr
1545 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selîm Temo - Pûnga Li Bajêr

agir diçe ji hingivê şevê
sitar e di nivişta şêxekî kotî da
ez kirim pûnga li bajêr
li ber kelebestên sedsalê

Gulan rojek e li baxçeyê min
tazî ye mîna siya Payîzê
gava diçûrise mij li dor dengê wê

şareza me wek kundê bestê
her xwîna xwe dimijim
va diçim şerabeka dî dixwazim
ji kîsê meytekî serşor

rawestî li ber deriyê hebûnê
diçe li nav konê şînê kon vedide

wa xwediyê gemar û kevzê
li min negre
ne ez bûm
ê li çola demê

Penelopeyê heft mêr kirin
heya vegeriyam malê
keştiya min ji bayê bû
etlasa min bi xeyalan nepixî
toqek ji le’neta pelgan
her ji xwe ra dimam piştî her mazatê

ti kes li çavên min nanêre
li pêçiyên min napirse
diheje heyvek li
nîvê çalê
ti kesî ez aş nekirim
gava dişewitîm di
landika şînê da

li derve li derve li derve me

*Pûnga Li Bajêr, 2021, Weşanên Darayê