A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selîm Temo - Nabêjî Neçe
2007 Xwendin
6 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selîm Temo - Nabêjî Neçe

birîneka bêgewde me, bê xwîn û ‘edab
radibim dest bi roja herî kevn dikim
êdî têdigihêm ka min tu çawa hebandî
roj çawa dest pê dikin, heyv çawa dixeyîde
xemla şînê li hemû wargehên di dilê min da
li bendê ye tenêtî bi destê saman û xemrê
nabêjî neçe, teht digindirin newalan

çûkên li asmên tînî li ber dilê xwe dimelisînî
bêhna kevzê tînî ji deryayên dûr î xewar
gul, şînordekên çavên te ne, bêxew in
kêla evîna me disincire li goristana şevê
Ameda ku radibe ji wir, dibêje ez şahid im
çi hebin li jêr û li jor, pirsa dengê te dikin
nabêjî neçe, yek xwe ji bîr dike li binê bîrê

kuştî me bi destê tenêtiya xwe
gava şev hînî meşê dibe li bajaran
ez ji demê dixuliqim, bo te rastiyê bêjim
dijminên min mirin, dostên min şîna wan kirin
ciyê min nema di nav laşê min da
ku hatibû hezkirin bi porê te yê şimayî
tu nabêjî neçe, ayîneyek dişikê li ber pacê

naxwe em hatine dawiyê, ka xencerê bîne
destpêk delal bû wek hemû destpêkan
êdî olanek diqîre li şûna baskên te
kulîlk xeriqî, kes nema şevê vemirîne
çav li binê kortalê ye çi cara bîrhatinek tê
dem diguvguve li ber guhê deştên vala
trêneka bêxew navê min hildide
lê nabêjî neçe --xanima çelloyê, tu kerem ke!

*Çavkanî: Selîm Temo, Pûnga li Bajêr, Amed, Weşanên Dara, 2021, r. 37-40.
**Bi destûra helbestvanî ye.