A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selîm Temo - Min Jî Cîhanek
806 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selîm Temo - Min Jî Cîhanek

Min jî cîhanek hebû li ba dibû li ser xewnan
Ez jî malê gotinê me va xwe dibêje heya dawîyê
Dibînim ku tevî çîyayên xwe em
Rawilên çîrokan in; ne Nîlek, ne Feratek

Em dikarin bipesinin ku ew xweşkirina mirinê ye
Weke vî kevirî ye, weke pelstrîyên wê darê
Girîn û slogan li benda me ne; rik û zêmar
Ferşek ji rondikên bavo, gulek ji porê dayîkê

Em in kulîlkên berfê, seqema havînên dirêj
Dil de bîrhatinên şehîdan; hêrs û bişirîna wan
Li behişta mirinê ku bilind e weke şînê
Ku bilind e weke şînê dide hev kefa birînê

Li heyvê binihêre, pev diçe bi ewran re
Weke çirûska dawî di çavê Felatî de
Ev rêça hane dişibe pişta Zerê ya Qelişî
Ev kevirê hanê dest û ranên parçebûyî ne
Welat, gula Rojhilat bûye poxana laşên me
Çekên me diorin, distrên, dilorînin
Di vê odeya teng û yekderî de

Êdî ne şoreş e ev, dîn e
Tevî xwedê, resûl, şêx û terkeselatên xwe
Behişt li vir e, dojeh li vir e, nîne me e’rafek
Gava derya genî dibe qey çem jî dimiçiqin
Ku em mabin di roja elestê de

Em ê her neçirvanê qusûrên hev bin

Ev ku xwîn e, asê bûye li çiyayan
Evîna bê hezkirî, vîna bê hilm û tîn
Me jîn şîrove kir bi vî zimanê çarpîne
Agahîya zindî ye diherike di mêjî de
Me ne warek, ne aramîyek, ne dengek

Devê mirinê heye; zimanê wê her digere
Ji pelan didilope, ji zinaran dizê, ji peyvan diweribe
gava dem ditengije masî bêriya avê dikin
û weke lebata dergûşê digirî berşîrek
êdî peyvek namîne tu ji jîyanê re bibêjî
dibî çilkek di dîroka xwînê de

wextê mirinê hat ku gazî dike ji şevereşê

Keştiya Bayê, Lîs, 2016, r., 56-57