A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selîm Temo - Keştiya Bayê
5865 Xwendin
13 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selîm Temo - Keştiya Bayê

Ji welatê şînê ber bi cotmehê ve baskên perpisandî bûn min çi sermîyan hebe
Tu dihatî ji nav refa kewên birîndar, di çavên te de xweliya şevbayê xemê
Di sînga min de bêhna pizirkên zaroktiyê ku tikes ne dermanê xwe bû
Yek ji nişkê ve radibû, berçavka xwe dişikand, rûyê xwe dimerisand
Asoya li pişt kolanan veşartî, gazî dikir ji deşteke bêserûbinî, dilîland
Û wî bajarê bi zimanekî din honandî, qesta parsûyên min ên kêrkirî dikir

Xizanî, ku dînê evînê ye, li ber rawestgehan ji hev derdixist birû û bijangên me
Tu dihatî, mîna ti kes ji ti kesî hez nekiribe mîna ti kes ji ti kesî ji ti kesî
Min hestek dimeyand ku jê re bibêjim evîn mîna şemamoka dardekirî xemgîn
Kolanên anqere tijî dibûn bi Ezirgana te û kefa destê min bi ramûsanên te
Elewiyên şeve bûn em, qulingên demê bûn; me ti fikarek tinebû ji rojê
Te stran digotin bi kirmanckiya xwe ya fireh, Çerx û sema digeriya li dor porê te

Kûrahîyek, avek, xewnerojek û li şûna simbêlên min bîranînên kitanî
Çi dibêjin, belkî tiştekî nabêjin bo xortaniya min a bi du zermemikên te xwêdayî
Ji bo xatirê qehweyan û parkan here bibîne wê jûra bi pênûsa min beriqî
Bibine ku çi mirîyekî çeleng bûm, teliyayî li ber tîrên gewrebozan
Qîzînên serdevraketî, bulwarên streîl; kevnefeodalîteya liberşevêketî
Şaşîya bi kevnehavînekê re pal dayî; ku eşq jiyan bû bo min, lê telefat li cem te

Niha çi bikim çavikek li dolabeke şikestî nayê, dûkela çermê te li ser lêvan
Êvar bihesibîne çûyîna ewran berê min her li ku be, bêje `çûyîn çi peyveke dirêj e`
Bêje `tûşî tiştan bûm, bi gellek tiştan dizanim gellekî cemidîm piştî xewnê`
Bi rikeke demode di orkestraya qerebalixê de kemaneke jiheddêxwederketî
Lê ax nîne ji dilpakîyê zêdetir min ‘ebayek, bi min re diaxêve şûna birîna min jî
Navê min bibihîze gava dergîstiyan demê dizîn bi navranên xwe yên qurifokî

Bizanibe dilê min bar e li ser dilê min, ku çi mêr bûm gava peyvên te radiketin
Te ji hemû şibakeyan li min dinihêrî, min birînek di bîr dianî nizanim di sînga kê de
Ketî bûm -meêşîne sîya çûkên êşiyayî-, min xerîbîya xwe dikir li quncê demê
Ne hatina şevê bûm ez, ne sotina gulê bûm, mehrûm û qewirî ji paxila derfetekê
Ji şerbikên çembilşikestî diçirûsî olana şevê, straneke zîz li pey trênê dixulxulî
Weke yekî sebra xwe bi aşkirinê nayne qurre bûm, ax çûyîn çi qasî li min tê

Li pey şopa derwêşên hevçerx dibînim ku têr e ax ji xortaniya min a seridî
Ji qulingên malên tarî, ji kujînekên qeşemgirtî hatim bi ser şanikên te ve
Tu nizanî ey evîn, çawa li destê te dipirsin peyvên ji kevnedastanan pengizî
Bayê geliyên dûr li ser enîya min dilîst, dizûriya leylana asoyeke girover
Li dora min hevalên kuştî û dayox, ax ku Kurdînî nifira sedsala zikreş bû êdî
Ka bibêje çi bû ya ji lêvên te nebarî, ma min jî evînek nebe piştî saxmayînekê

Xayîs, xeterok û dilmayî me, nizanim çi me li kolanên gewr ên bajarên radayî
Man di dile çûkekî de tiştên te nedayî min ku dilekî sar û ava li hevrazê aşekî bûn
Nîvco me, neyarê xwe me, li pey şopa xwe me ku ji xwîna şirîkî dinasim
Dipale şeveke ji şevanî paştir gava xewnekê dibinim di xewna xwe de
Dipelişe rabirdûyek li pey min mîna hespên serberdayî nedîtî nebînayî
Kulmalê mala xwe me, salixdana çîroka xwe me ku wa ji bîr dikî li deverekê

Gava pelên dîroka çongan dinivîsîn li ber derazînka demsalê serî tewandin
Rabe bide nava qehweyan, tê kevneminekê bibînî di hinavê dûxana zelal de
Kovana xwe tamişkî, kesera xwe ji rêzê, rûyê xwe bi gûzanên ko qeşartî
A ji kufik û peykerên ecêp mayî; navekî xwe tine li ber destarê şînê -ku
Ne bajarê min bû, piştî her şikestinê vedigeriyam ser sê prensîbên şoreşê:
Bide pey a zehmettir, berpala xwe li ti deverê xweş neke û biqere here!

Keştiya Bayê, Lîs, 2016, r., 42-45