A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selîm Temo - Derwêş
438 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selîm Temo - Derwêş

heya vir hat, me şaş dest pê kir û rêya me heya vir hat

çîkek li bin çermê min, li ser hestî nizane aramî çi ye
destê li defa hawarê xist di navbera du çeman de ma

ji axê valahî dibare, li dor ruhê bajêr kevz û ferman
kêf li tixmê hov berrî ye, şîn ketiye nav zerîxaniman
li qadê heye dengê mirinê û termê du kevokan û ba

ba, çawa xwe berdida newalên min û te, bîst sal berê
tu şêxekî ji kaxizê çêkirî û ez ji çar simên bengîn
şeşzînî bûm, naşît bûm, min digot wê roj li me hilbê
ku îro ba tê ji aliyê sêdara te ve û ez dûr ji hevrazan

Şêx, Teyrê Îspîrê, dawî li jiyana heyî hat, nebûn ma
têkçûn jî şaxê serhildanê ye, şîn dibe, yeqîn havîn e
li nav sîngê tevzînek, li ser zêrbendê sê gulên zîvîn
şehîn bersiv e, di ruhê min de digevize keleşê li çiyê
ba li hewa daleqandî, tayên rih li hev alandî, roj zîz e

*Derwêş: siwarê wî Şêx Seid (Teyrė Îspîrê) e. sêzînî (sê salî, zîn-sal), bengîn (mibtela), zêrbend (qismê tê ser sîngê ye di taximê hespan de).
**112 Hesp û Xezelek, Weşanên Darayê, r: 20