A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selîm Temo - Bihêle Ez Neçim
923 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selîm Temo - Bihêle Ez Neçim

Esman xûz bûye bi ser gêlî ve
Bihêle
Bihêle bila hevrîşim birize li sivdera payîzê
Bila baxçe binale bi dengê şalûlan
Êdî derîyek im ku venabim bi ti derê ve
Kes dimirin ji bo kesan
Lê kes namire di şûna kesî de

Dimeşe aso bêyî zîzînîya ber destê sibehê
Dibihîzim lingên zarokan, tewla hespên kumêt
Olana bajarên bilind direqise li binê zinaran
Li jûrên nîvtarî axîna keçbûkên çilkezî
Dipengize bahoz ji neynikên şikestî
Bihêle ez
Bibînim tayên spî li ser rehên spîndaran

Tilîyên min berde ku li dora min digerin
Pêl didin pistepistên xeyalan
Li şûna ramûsanên te xwîna reş û zuha
Vedikişe ji germilkên min sîya nûbeharan
Bihêle da bibînim kîjan sîng a min e
Lêvên min kîjan in ku te gez dikirin di stara şevê de

Xewa maran peşkilî, borreborra pezkovîyan
Sênc xeyidîn, koremişkan bar kirin çûn
Stêrk dibiriqin weke hewarekê
Ên ku dimirin zêdetir dimirin
Qîrînî dihejîne zimanokê wan
De bihêle bila rihan bişemire li ber şibakê

Nîne êşeke ku weke mertalan zeng bide
Gava zarokatî bibe aveke şîlo li pey payîzê
Navê min bikole li şûna çonga min a şikestî
Dengê min li welatekî bigerîne ku bivejim
Bihêle bivejim piştî xortanîyeke tehmsar
Bila hêjîrek bilind bibe ji binê tehtekê

Em û berf in yan berf û em in nizanim
Ev tilî yên kê ne, ev porê kê ye nizanim
Lê ev sîng a min e bê tebat û çav dibezin ji nav serî
Dengekî ku ne weke dengan e, orînî ye, borreborr e, zêmar e
Li dor e, li nav e, li jor e yan paldayî ye weke quntaran
Min nîne starek ku aş bikim bijangên xwe
Bihêle bila pepûkek bixwîne bi rengê kavilan

Êdî wext hat ku dilê min biperpisîne
Ku ronahiya min kor ke, nêrgîzan biqurifîne
Ku li asoyekê ji bîr bike dilê ciwaniya çîyayan
Bi xatirê te ey evîn, ey sorgeweziya gulekê
Bûka dayîkên êşoyî, bavên jiderbketî
Bihêle, bila stêrk ji esmên bixuricin
Bihele ez neçim,
Destê min berde
Ku ew ne destê min e!

Keştiya Bayê, Lîs, 2016, r.,58-64
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?