A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selîm Temo - Amed`den Bağdat`a Gitmeyi Söyler (Behsa Rêwingiyekî)
872 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selîm Temo - Amed`den Bağdat`a Gitmeyi Söyler (Behsa Rêwingiyekî)

Behsa Rêwingiya Ji Amedê Ta Bexdayê Dike
‘’Lâfeta illa Eli lâ seyfe illa Zulfîkar’’
ı.

heyv şilf û tazî, serçavê ezmên xûrî, qalikek hişkole girtiye axê
ji miqabil ve diçirûse bi dengê xwe yê gulgîn Şirnex, Telafar, Felluce
û Bexda. di neynika we ya xwînî de li xwe dinêre
kolaneka ku navê xwe ji ber kiriye. yanî hem roj, hem şev
hem çol, hem çem; hem doh û hem îro ye

qey zahîd mohtacî şerha xwe dibe?
yanî bi dengê mirîyekî ku li ser qesasê xwe digirî
yanî ku bi dest xwe re bi xwe re dibim bira
yanî ku radibim di çermê miriyekî de xwe vedişêrim
yanî Ereb, yanî Tirkmen, yanî Kurd
yanî ku bi ser piyên xas yên Peştûnekî ve ku dirijim
yanî ku dibim dengê Melê, yê Ettar, yê Mehmûd
yanî cihê ku wek dengê bêomidiyê têm dîtin
yanî ku bi îtîqadeke sor-gewez dengê xwe hildidim:
yanî ku herkesekî Bexdayek heye
yanî ku dibêjim ev Bexda û ew Bexda yek e
yanî xwe bi baskên peyvê ve digirim
yanî bi ser paytexta Şerqê ve dibim
yanî ku ji bo mirina pê re têra xwe kemilî me

lê ku Selahaddîn? ew Selahaddînê ku bi serê xwe ometek e? Di zengara kalên de
wek berbejnekî hevrîşimî sax dibe niha tava ku li ser bircên Musûlê vedigevize
ji qalikê newêrek yê birînekî, niha li Ramadiyê
siha ku hevrê ye ji bo Bedreddîn, niha hemû malên ‘Şerqa Xeyalî’
di xewnekî de ne ku xwe ji bo dijmin û birayê xwe amade dikin, bi zîva xwe ya biriqî
ji xew radibe xencerek Kurd! Ez im ew! Bêdengiyê dixeritînim,
baxçeyê bi darûber xwe li kerrî û laliyê datîne. Li ber devê her deriyekî dohînek kevn.
bi xirxê xwe û şekala xwe ya hesinî berê xwe bi te ve dikim, wa Şerqa zilmê, wa delalê
waa îmana di hestiyên hişkole yên fatîhan de; ku an pêxember, an jî qessas in

di laşê Nesîmî de pêt û agir e, di rûyê Mansûrî de
çavinên ku dibine çol. ‘eşqa kêmeyar a ku goştê wê
li ber îmana xwe dide, Mûsa ye yê ku li Tûr’ê bi bedewiyê dişewite. Qeys e yê ku
bi şêrên ku bi xezalan re hevrê ne re can dide. Axirê ew Karwan e li Şerqa xeyalî
ji Heratê ta Kurdistanê û ta Bexdayê, li ser piştê barek zilm,
çendek rist û camêrî. Barê wê tîpên bêdeng yên stranekî
hêdî hêdî xwe ber bi zindanekî ve dixirxirîne

waa qit’a ku şûrê xwe di ‘eşqê de û ‘eşq di singa xwe de çikandî!
warê hesp û qûm û rezamendiyê. di rûyê xwe de bi taveke biberkî
her demsal, bahnameyên ku bi bismillahê destpê dike, û kufra ku bi tobeyê
diqede! Ji herkesî re bira, ji birayê xwe re neyar; rabe, min bike girêk û ji hev veçirîne!

ıı.

waa ew rûyê ku bi hêlma qertalekî şil dibe. Waa birayê
ku xwe ji biramariyê dihesibîne. Cahniya ku ji qorika xwe xwê dide
waa ew kesê ku li Şehrîzorê destê xwe li xwîna yaran gerandî. Waa birca kerr
waa terkîba ku xwe dispêre şa’irên pîr. Şerha seqet
ku ji wextên xerîb dibore. Waa serdarê rê dayî artêşa morîstanan.
waa ehlê ciwanî û melametê, miskînê ku digirî
biratiya Mahî û Harûn û waa seydayê Xanî. Welê zerîf,
welê zîz û renckêş î tu û baranî hinekî, belkî Demawend î,
ku di hemû nexşeyan de bilind, anku bi rengê zerê zerhimî dineqişî

li besta Bedeşanê olana dengê Logerî û bi rîhên xwe
yên xalî ve siwariyên Ozbek; di neqeba buhuşt û dojehê de çerx dibin
şamanek li ber Berê Reş di sûretê qazekî de tevlî ba û bagerînkê dibe
û pirtûk wekê birînekî vedibe, ji rûpelên xwe qermiçiye
û wan dewrên ku hê jahr neketiye stûyê maran û li wê maşera ku
gulekî bi kevirekî didin, ji barûya ku Sardurî xwe lê veşartî
dinêre Mehmed Zillîoglu Evliya

niha wextê firînê ye ji Xorasanê niha taa Anatolyayê
berev keserên hêwirî ve. niha wextê Salar û Koroglu û Ûsiv e
û tam wextê vejîna Ebu Emmar e li çolê. niha wextê efsanayên Judaîkî ye.
niha wextê oqyanosê, yê behrê, û yê Binyamûn e
niha wextê terkîbê û yê hilanînê ye, niha wextê dildana keçikên çiyayî.
niha wextê mirinê ye li bajarê Yemenê têr têr,
niha wextê xurxura herikîna wî Şettî ye. niha wextê birêketinê ye berev
Goran û Nazim û Firdewsî, û berev Mahîr û Denîz û Mezlûm ve
niha wextê lihevhatinê ye bi Qabîl û Habîl re. niha wextê jibîrkirinê ye

bi azwerî ji bîrên kûr hatim kişandin û bi miskînî berê min dan
wî zaravayî; Hikayet-î Mexdûrin! Zeban, lisan,
dîl û ziman; Tupac Amarû me û dibe ku bibim çar par yanî him Kurd û
him Ereb û him Tirk û him Faris. Him sîmur, him legleg û eqaliyeta ku
xwe li sûk û çarşiyan vedişêre, anku bêrî û kovana çemên ku bi ser hev ve dibin,
lê ya ji hemûyan rasttir rondik im ez, ji bo kilê çavên te waa Şerq! Waa paytexta Şerqê!
bi zimanê peyvan bikelime
bi min re!

ııı.

lê di devê berdevkên te de ekla neyariyeke mirr û tahl
û li ser keval û parşomen û rojnameyan qarewara bangekî,
û mêleka seyr ji bo meneşoyê. zalimiya te li ser zimanan e hê. zanin xwîn
wekê avê ye li cem te. camêrî, çile û hikmeta te melûmê herkesî ye
lê ya min î tu tenê ya min bi terkîba‘’ şehiden, şehiden, şehid’’ê!
binêr eva he ye dara ku xwe bi baranê nixumandî, bi herkesî re dest
bi heman rojê kir û dîsa bi mirinekî derî li xwe girt û qene dijminek jî
te nema binêr evên he keçên Ereban e ku tenê çavên wan dixweyin,
ew asfûr xwe li rengên ku li rûyê min sor bûne didin û berê xwe didin peyva mirinê.
niha Eliyê şêr ne li kolana ye êdî. mêwên xwe li dîwar û hewşan diqelibandin
hatine kezaxtin. û mirinê ji Berzan, Palestîn, Herat û Hewramanê li ser destên bihestî digihînin te, mêrên qemer ji keçên bedew, û kenê zarokên porgij ji serûçavên wan
dikin û dibin, û dizên derzên te wekê temara xewê
şilf û tazî!

xwezî min wekê dayînekî qenc hemû mindal mijandibûna, min birçîtî ji nû ve
xistibûya bîran. min marek kiribûya gilok û li rûyê xwe gerandibûya
û ji bo te qesta xirabiyekî kiribûya. bi Erebên qambost re
min li tavê nêrîbûya bi mijankên xwe yên dirêj. wekê xelkekî di nêv gêre û gemara xwe de
xwe tev dide min jî behsa îman, mirin û seyddê kiribûya xwezî. min peyvnin ji xwe re kiribûna fetîş û li devê xwe gerandibûna. kenek ji ber min çûbûya bêhemdî; wek ehmeqekî an aqilmendekî navê min hatibûya hildan. bi kêrekî ji dengê xwe ve hatibûma qewartin, bi dengekî bibûma mêvanê kufrê û wekê rênivîsekî çêkirî li çiyan nêrîbûya min û wekê cedewekî ji axê hilhatibûma û yadîgariya zilmê bi te re parve kiribûya û min gotibûya vaye binêr, ev çiya, ev çol û eve jî Omer Muxtar. baweriya xwe ya ku bi zilma te şikestî bi zilma li te min bicebirînim wê qelbê min pê têr û tetmîn bibe gelo? wê têra te bike gelo behra hibrê ya qelema min? wê têra te bike waa Şerq,
hingî tê çok danî ser birînên xwe û birînên ji xwe?

waa Şerq! ev qewmê zalim wê dîsa li ber kej û xiraman xwe ji bîr ve bike,
di ber û paşilê pezkûviyan de. ne bi behrekî, ne bi şûrên ji qeşayê û ne jî
bi keştiyên ji şimayê wê nekarin vegerin malên xwe. rûyê te yê ku ji gunehan
sor bûyî wekê trajediyekî şidyayî çirmaq, betili û bêdeng e lê li te diborim û te tu efû dikim
waa Bexda! Tu jî ji bo serpêhatiyan navekî hilde ji xwe re, te divê bêje ‘duwaroj’
‘’îro’’ an ‘’siba’’. Bizanibe ku êş û azarên me xwarine ne ya ku Dîjle û Feratê digihîne hev.
Li ser milê min êlegê Zeybekê, li ser zimanê min stran û serhawên çiyayên dûr ên hêlm bi ser ketî, xirecira di malan de ketî ser hev, kumbetên morîstanan,
kelam û buxtan û çend têgehên beredayî: Bex-da Bex-da Bex-da
birayê min ê delal!

ji tirkî bo kurmancî: pezkûviyê cudî