A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selîm Biçûk - Liva Dawî (Xewna Dawî)
227 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selîm Biçûk - Liva Dawî (Xewna Dawî)

Pêçekek qedexe,
hebûnek qedexe,
zemînek qedexe,
giyanek qedexe sipart kulîna xewnistanê
Bêzariya xewnê bû,
birîn bi ser giyan de diponijî
şevên şêt bedewiya taristanê bo birçiyê xewnan diristin
konê hebûneke tazî,
li valahiyê,
gulistanek bêgul,
çolbeyarên rût, bi azara hêstiran lorandin
Diyariya mirinê bo jiyanek zivistanî,
di valahiyê de, kaniya êşê tije sorgul kir
Di kêliyekê de hezar sal bi cih dibûn
Di hezar salî de kêliyek têk diçû
Ew û têkçûn hevrêyên xewnê bûn
sozên zêrîn berz bûn
Kujar bû destpêk,
dawiya hîn nehatî sergêj kir
Sahsiwarê xewnên têkçûyî
Bexçeyê azarê bost bi bost dipîva
Dibû niştecihê hêstiristanê,
tazî hat,
dawiya nehatî pêşwazî birînê kir
Li vir,
li vî kavilê wêran,
Li pey kelemperan,
bihara bêbextiyê dipişkivî
wêneyê xewnê lerizî
li noşgeha çavên te,
rastî wêran bû
Fermo,
ji payîzokên nehatine ziman,
ji heyranokan,
xewnan bihûne kavilê dilê min bipîve,
ka çend qonaxên te lê hene?
Min ew li wir hişt,
tu li vir î
û xwe?...
Rût û şêt e poşmanî
çîrok nayê dawî,
dirêj e mîna şevên me,
reş e mîna bextê me
Kolanên bêbextiyê min û tu bost bi bost dipîvin
Ez hîn ji xwe dipirsim,
ew riya hewqas kin çawa bi salan ajot?
Wê rojê rê bû girav,
dawî lê nehatiye
Ji Tirbasipiyê diçim Qamişloyê
Bermayên min belav dibin
Hîn bi rê ve diçim
Hîn ew hêstira li qoziya çavên min zîz dibû semayê digerîne
Em bi ku ve diçin lawê min?
Ji min pirs kir,
Li hêviya bersivê ye
Li wir,
li wan kavilên wêran,
pirs zîz dibe,
bi ava Cerehê re dixwişe,
dibe şape,
nalîna lehiyan Diyarê Felekê dilerizîne
Kanîgurê, Warikê kewa, Kevirê hêmid, Qubika wêran,
Nêrdiham, bi zarîn:
Hûn bi ku ve diçin?
...
Ez di rê de me periya min,
rêvingiyê bihiştê me,
Lê riya Qamişloyê bûye girav,
bêdawî dikişe
Kêlî dibin sal,
sal di nava kêliyan de têk diçin,
Min bibexşîne, ku bê bersiv diçî!
Dilê te seyrangeha tenhatiya min bû,
di rêwîtiya bêdawî de, hembêza te vehesîngeha min bû
Dem di aramiya bêtebatiyê de radiweste,
cih, di tunebûnê de zîz dibe,
Ma dê ev konê reş li ku bê vegirtin,
em dê li ku peyva dawî biweşînin,
li ku hêstira dawî birijînin
Xaka biyaniyê germiya hêstiran napejirîne
Pirs û bersivên me li hev tên alandin,
mirovên nûjen tênagihîjin!
Te çawa rê dît ku bêbersiv bar bikî?
Te çawa karibû rêwîtiya bêdawî di destpêkê de bibire?
Te çawa karibû hêstira dawî bisipêre Diyarê Felekê?
Di tunebûna cih û demê de,
çawa mirov bi şûn de vedigere?
Di xelekên zincîra qedexeyan de,
çawa ew kon hat vegirtin?
Ew xak dikare bersiva pirsên me bide?
Em rêvingiyên, bi tunebûna cih û demê re dizîvirin,
bi ku ve diçin?!
Em pirsan dubare dikin,
bersivên me pirs in.
Di xatirxwestina dawî de,
em, pirs û bersiv dibin yek,
di tunebûnê de, destpêk û dawiyê digihînin hev.

Melaka afirandinê!
Ez rêwî me,
rawestan ji min westiya,
li serê wê kolanê, li ser riya Dugirê, ber bi Qamişloyê,
ez û dem û cih bûne yek,
bêaramiya xewnê, min di nav netebatiyê de digevizîne
bi hev re, riya bêveger , em hembêz kiri bûn,
te ez sipartim tenêbûna xewnê.
Karwanê vegera bêvegir,
bê silava dawî,
tu ber bi pêlên xewnan ve birî.

Rêwiyê!
Li xerîbiyê, te çend hêstir tevî kederan kirin?
te çend axîn dane ser hev?
te çend şev lorandin?
Di kêliyekê de, te çend sal didan hev?
Te çend caran pirsa xwe dubare kir?
"Em bi ku ve diçin?"
û te ew bexçeyê êşê,
bi hêstir û axînan av dida,
xewnên te, ji Bagokê vezilehan,
li Cerehê şax vedan,
li koçberiyê ber girtin,
bûn gerdûneke ji azar û kulan,
ez dorpêç kirim,
dibim natorvan.
Di kolika êşê de, natoriya kovanan dikim
Em bêveger bi rê keti bûn,
tu bêveger vegeriyayî,
di rêwîtiya xwe de, bi nalînên te re dijîm
Te bar kir,
tu çûyî,
lê ez?!
...
û ya din?!
...
Ev pencere vekirî hişt
Ji çaviyên birînê,
ferhenga peyvên qefilî stuxwar,
sipart hewesa şevê
Kizîra biharên me, bû sirûda têkçûnê
Melodiyên bêbextiyê me dilorînin
Hesretên biyaniyê me dipîvin
Xewn ji nalînên me dicefilin
Wê rojê, li ber wê avê,
bi lerizîna stêrkan,
peymana xwe, me nîşan kir
Bi tunebûna cih û demê re, em bûn liva xewnê,
Yekîtiya me, bi Serefdînê re berz dibû,
Berfînek ji nav spehîbûna spiyatiyê rakişiya
Biriqîna zerahiya wê,
silava xewna beravêtî da
Di tebatiya liva xewnê de,
peyman lerizî,
stêrk behitî man,
xewn li şevê qedexe kirin
Wê rojê, li ber wê avê,
tu bûyî xwedayê wê xewna nedîtî
Di xewnê de bûyî xewn
Bûyî destana xiniziyê
Sermezariya çiyayên serfiraz,
reşa xwe ji sozên te vedigire
Bilorîne,
da liva dawî me bihûne,
xewna dawî me bibîne
Ez û rê û dem,
rêwî ne,
di hev de radiwestin,
bêdeng, ber bi Qamişloyê,
di cih de, dizîvirin
û ew çiya!
...
çiyayoooo!
ç
I
Ya
Y
ê
S
i
p
î
çav li siwarên rojê, sernixûn dibe
Serpêhatiya şervanekî ji êgir,
ji girava bêbextiyê dinoşe
Me dipêçe bi çîrokên şan û bêrûmetiyê,
serkeftin û têkçûnên li hev alandî,
rastî û xiniziya şevên me
Me zarokên xewnan,
pêrgînî helbesta azadiyê dike
Me xewn dirêse
Me xwîn dirêse
Me şîn dirêse
Me sor dirêse
Me girî dirêse
Me ken dirêse
Me Mem û Zîn dirêse
Me Beko dirêse
Tevnepîrên berehên xwe,
ji guliyên amedî dihûne
Diyariya zindanê dibe al,
Rûyê sipî sor dike
Em biran e!
Birayên xwînê,
xwîna keçikaniya xwîşkên me
Ma dê çawa Qamişloyê nekale
Dê çawa rûyê xwe bide min
Bi hêviyên me sermest bûbû
Tu hembêz dikirî
Hoooy çiyayê Sipî!
Biqîre, bila dilopên xwînê bipijiqin
Bila berfîn bel bibin
Bila sipehîtiya te sipî bimîne
Bila dem bilive
Bila cih bilive
Bila bêdengî biqîre
Em bi ku ve tune dibin?!
...
Ji wê pencereya birînê
Ji wê çaviya xwînê
Sêlehan soz,
Li jêrzemîna dilê min,
koremarên nankor alandin
Sahiya vekirina girtina deriyan
Kilît li dest te,
bi ku ve diçe Gilgameş?
Enkido,
di xewna me de, winda dibe
Em neviyên rojê,
dibin dîliyên taristana peyvê
Tu şahsiwara sozan!
li şahiya mirinê li ba dibî,
şermezar dibe çiya
Vedenga stiranên me,
çardara Xwedê,
pêşwazî goristaneke bênav dike
Bi ku ve diçî Gilgameş?!
çûn bêveger e!
Veger bêveger e!
Li ser sînorê çûn û vegerê,
peyv dişewitin,
soz dişewitin,
pirs dişewitin,
bersiv dişewitin,
em dişewitin
Tu dizanî bi çend sorgulan min bejna te pîva?
Bi çend rûpelên endekoyê min xemla te hûna?
çend helbest di bîbika çavên te de, şkestin?
çend şev, min bi navê te lorandin?
çend ez, di xewna te de têkçûn?
Tu dizanî...?
Ji wê pencerya vekirî,
çavnihêriyê berbangê dimînim
Di xewna min de, tu xewn dimînî
Bila ev pencere jî bê girtin
Riya Qamişloyê bêdawî ye
Ew bêveger vegeriya
Tu bêveger çûyî
Ez
Bêhatin
Bêveger
Bêçûn
Di aramiya netebatiyê de diçim
...
Hannover/Elmaniya
Helbestên din ên Helbestvanî/ê