A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selîm Biçûk - Ez Diçim
230 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selîm Biçûk - Ez Diçim

Li nav çavên te,
dojeh û rêwîtiya windabûyî
bask westiyayî
difirim
baskek li nav dilê te
li ba dibe
yek li agirê dojehê
diqijile
û çav…!
çav li dûriya hêviyê
zîz dibin
windabûna te
agirê dilê min dişewitîne
Hoy xewna min!
rastiya derewîn!
heşt salan li pey te
bêaram digerim
derew ya min bû
xewn ya min bû
xeyal ya min bû
min ji xwe bawer kir
û ketim sopê
heşt salan
heşt temenên windabûyî
heşt mirin
heşt rabûn
heşt rastiyên derewîn
heşt hêviyên mirî
û...
Destpêka dawî
hebûn bû derew
xewn bû derew
ez bûm derew
û tû ?!
tu rastiya derewîn
te ronahiya berbanga sibê
ji min revand
li navbera sînorê tarî û ronahiyê
tenahiya min hişt
ez bûm nobedarê veqetandina
şev û rojê
tenahiyê mijûl dikim
Bes e!
Kuştina min dubare neke!
gulekê diyarî bide min!
bîranîna mirina min e!
mirina li nav dilê te
lê dilê te?!
gelo hîn lê dide?!
hîn rengê gulan nas dike?!
Yan li nav xewnên min bû lêlan,
winda bû?!
bêser û ber ket riyên bêşop
rehet raza periya min!
ez rêwî me,
li ser sînorê mirin û jiyanê
dizîvirim
têm tewafa dilê te
lê sar e mîna kevirê qublê
li hember dihêrifim
û dimînim nobedarê cudabûna
şev û rojê
yekîtiya dijberiyên gerdûnê
dirêsim
lê li ber dilê te
dihêrifim
dibim xweliya şûnmayên dîrokê
ez westiyam.....!
westiyam û ber bayê dikivim!
li nav qirêja sedsala bîst û yekê
dibim derewa li ser zimanê
mirovên nûjen!
li bin piyê azadiya sexte
dihelim
wêran dibim
talan dibim
bêser û şop diçim
ber bi tunebûnê,
pêlan didim!
bi xatirê te periya min!
Jiyan baş!
ez...di...çi...immmm
Helbestên din ên Helbestvanî/ê