A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selamî Esen - Te Dîroka Tehlo Vêca!
139 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selamî Esen - Te Dîroka Tehlo Vêca!

“Em rêbware Kurdistan e.
Laney yekem evîn me.”
/Abdulla Peşêw/


siyên koledar şeht tewane ber bi wan tûjikan
heke yek ji wan di nexşeya me ya pezkûviyî de bihata xuyakirin
an yek ji me xwe bavêta bextê kumên heşîn û xweystêrk
(a din jî, heke ew tûjikên me ne ducan bûyan)
wê perên kevokê ji sifreya civaka derengmayî re
bibûya hestiyên bermayî, şînxweyê!
wê doxilbaşiyê bigirta kezeba tehtên me, xwelîlineyarê!
tê ji ber bikî: jibîrkirin, şeytanê takekesiya pîroz e!

bêjingê bîne, niha bi serê te sondikan dixwin!
lê hay jê hebe, qewmê Beko kadikan jî dixwin.

şikêrên gunehên min çawa xeniqîn di coyên egalîstan de
di nava wê coyê de, bi perên te sobariyê dikir me û çend yên me
min pê kuçan bênderên şikêran tev dida
(li ser wan rêkokên ji mekapa Spinoza re teng û peng)
wek sêwiyek lêdanxwarî niha enirîne sendromên Stendhalî
û beqek serî li ser masê, binî li bin kirasê mayî asê, çav li sêgoşeyê
hewêrek bêçand, zarokek sêwî, anguteke bî
hey la sifin kor bûyêêê!

bêjingê bibe, eve li ba min e Ût-na-pîştim, de bêje mêro:
Xwîna helbestên we şêrîn in, lê kes newêre fir bike!