A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selamî Esen - Sûka Xewar
214 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selamî Esen - Sûka Xewar

çend qeşa berê bû
li ereseyan şîretên hêvîbêjan
paşê re şerê xal û xwarziyan
paşê re keserên “herê dotmam...”î

min digot qey sîrsîrok bêdeng in
dema piştî tavê dibarin
min digot qey qulatên berfê kuç in
dema bi heriyê dixemilin
di zeviya hişê min de
zagon tenê yên xwezawendan in
dema sik û xweşik pev re diçînin nohkan
şîrketên şapeyî dibin dadgeh

-li ser hemû pîpaskên cîhanê:
“helbestfiroş pornovanên ramangeriyê ne!”-