A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selamî Esen - Serada Qurnefîlan
111 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selamî Esen - Serada Qurnefîlan

“Diviya bibûma cotek pencirê zivir
Ku xwe berdide zemînên deryayên bêdeng”
/T. S. Eliot/

/li taldeyên civaka bêpirs digerim bi pênc tiliyan/

rê diguvaşim, bi dar ve dibim..rê êvar, dil taveheyv
bêhna xwe vedikim..xwîna min kûxikî, kaniya wê hiya
tarîmijê çavên min girt..xwîn hişyar, behra wê nehs
xwîn digire kulên nivîsa min..nivîs digire xwîna kulên min
bi serê xwe kî..hêj lêdanê dixwin nîskûnokên me(?)


me qewl jev re danî..em xwelîlistranan tomar dikin..di xwîna ketî sorikan de..du demarên lev siwarbûyî..du şivîleyên li min siwarbûyî.. taveheyv qedexe, diponijin pirsên kerr..di çarnikarê Aqûb Axa hatî kuştin de..xalek jibîrkirî kotek tê li bîra me ji kortalan..heeey kor(û)tal.. qurnefîl di destên tarîhezan de kedî dibin..kun di binê pirê de hene..di dewsên mekabî de quling li dû te difirin..mekab li berqefan asê dimîne bi pirsên dîwarî û peyvan digere..

/te ji bêrîkirinên xemrî diwelidînim bi çar xetan/

bûka siriştan..kes wûçan nedabû di wê dîmena nalebar de
li ser kelexê min dastanek bêrengdêr
bi hêviyên derhişî hatibûn neqişandin, bê firçe
min destxetên guldankî ji ber dikira, bê gul

raza’m..kirasê te, rengê maça yadê li xwe kiribû..di çîrokên şevesar de xwînmijan xwîna deştan dimişt..wekî din, em bûn candarên kûvî..ji şikêran mar hatibûn hingaftinê..li ser de jî nalebariya çûyînê..ez bi jaremar..êdî miriyan îxbar nakim..ew kendal û ew dewsên germ..li derve hiş û aqilê xwe yê pîvazterkî dipirsim..bikirtikîne: “tu parzemîna min a hezkirinê yî.. “

/bi boraqa xewnerojkan veydidim tovên azadiyê bi sê zimanan/

çar gav pêşikî û sê gav paşikî ye payîn
ji stûyê geliyekî divê rê bidim xerzikên li ber tûjikan
bi hişmiradî xewle dikim çirûskên di argûna pênûsê de

bêhna xwe dikolim..li dolên beyar divê qurnefîlan biçînim..ji ber axîna ciwana pênc hezar salî..jivana şivanê evîndar û berxika ku ji keriyê xwe qutbûyî..çû ji gurreneyarên te mîtana enîferş..çaxêliya te jîngeha serkeftinan..êdî bistre: “Şer dergûşana xewnerojkan e... ”