A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selamî Esen - Senfonî û Gilîdanka Zarokên Şevê
169 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selamî Esen - Senfonî û Gilîdanka Zarokên Şevê

(ji dever û salên dûr, bi çengek agahiyên xwe yên hûrgilî û gulgulî hatibû, çavên wî hê li ser Lîlîta meleksiruşt bû, dît ku ev der warê wî yê jêfiltîna tofana baranbêj e, xwe şeqî kir û guhê xwe dirêjî bûnewerên kerr kir.)
zîwan:
ev genimek patosxwarî ye
hêj şehîd neketî
şolika xwe himbêz kiribû

pûş:
ev anatomiyeke felişî ye
hêj bêrîvana danzdehî
serbaz jî ji çavên wê dibizdan

balkok:
ev keziya dotmamê ye
hêj nehatî kurrkirin
dest avêtibûyê xweyê kêrê

nivîn:
ev sêgoşe doşeka şermê ye
hêj bi bista zirbavî dax nebûyî
jê çend keçik çêbûbûn

tûjik:
ev kardoxek egalîst e
hêj siwarê teyrê sîmir e
di asêhiya gabarê de egîd

derincik:
ev dal-an jî reben e
hêj nehatî tarîkirin
bi zimanê mermerî diştexilî

hunermend:
ev xatirekî danzdehsalî ye
hêj gule dibarandin
çav li bavî hiş li dê bû

dengbêj:
ev şareke nehmehî ye
hêj nehatî sêwîkirin
berfa şarê qersê tam kiribû

devî:
ev hawara “kezeeeb!”ek e
hêj dengê balafirê nehatî
li çemê botanê hirî dikuta

ben:
ev cinîneke beyar e
hêj topelav nexwarî
li îlonê sênî bi sênî hilîsik dabûn

necar:
ev termê neyarê gulê ye
hêj nehatî azadkirin
baranên bêşerm kiribû xelat

kêl:
ev çinarek bilind e
hêj kindir nehatî xwarê
doza neviyên xwe dikir

tifik:
ev jakawiya serbazekî ye
hêj goşt nexwarî
şîrê heram vexwaribû

xezam:
ev binasên beko ne
hêj ji nehsîtiyê re avis
ji rezê mîr sêva bajariyan dizîbû

û lalo:
ev sih û çar dan in
hêj bi hêvî bûn ji Şevbaşê
lê... şevê xwe firotibû barbaran