A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selamî Esen - Nepenî
140 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selamî Esen - Nepenî

sê çerm bûn:
yek bira, yek evîndar û yek xwîşk.
hey hooo, ez heta doşeka bêrîş û şil û pil
mirî…

sê hest bûn:
yek poşman, yek xemgîn û yek kîndar.
bi serûpepikan ve ez gerana malxirabkirinê
erê go!

bûn sê welat:
yek belakir, yek belagir û yek mêtinger.
xêra miriyan e ku ez heta pişta mala xudê
tobedar...