A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selamî Esen - Laleş û Qijikên Xêrê
195 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selamî Esen - Laleş û Qijikên Xêrê

I.
li ber deriyê bendîxaneya bajêr
xifşeke rûberfîn a singbotan
pala xwe daye tûmikekî biharî
çavên wê li esmanê gulanî
keziyên wê -yên ji dîjiyên kemanê-
bûne dargerînk li ser penyeyê gulgulî

/tu eyn halê bûk î di şanoyên hunerî de
tu eyn halê xweşik î di tabloyên nepenî de/

II.
di repertuwarê de strana Erdewan Zaxoyî:
“ez dê herime li nav baxçê gulan
da bibînime delala dilan...”
destê wê yê çepê nasnameyeke sorezer difirkîne
û yên rastê axa serşûştî bêjing dike
lewma lama wê ne heseda mexmûyên dilkevir in

/were, em dewê xewnên şevbuhêrkî bikeyînin!
were, em devê telîsên azadiyê ji nû ve bidewisînin!/

III.
lela hişê te xwêya kelî ye
kelika serbûriyên te xweliya şewitî
wê çîrok bibêjin: “ew qîza kezî ye!”
wê senaryo bibêjin: “çaxêlî jê re kurt in!”
wê helbest bibêjin: “hincetên te xama ne!”

/tu nayî, em pev re fîlmên modern protesto bikin?
tu nayî, em pev re dijûnan li romanên fantastîk bikin?/

IV.
zimanê te kuçkirina çaya qaçax e
jê çend berdax sewt tên dagirtin?
gef û gurên te li ser tirsên Şalheşîn in
jê çend zaroyên çeqrût ditirsin?
xemên te qirşikên di bin hêsîrê de ne
jê çend mêrxasên dildar diafirin?

/darê dinyayê terr e, ê ne tu yê rojek bêjî:
”were em edma çîrokên wêjeyeke mexdûr bibin!” ne?/

V.
li ber deriyê bendîxaneya bajêr
piştnîvroya bejna wê ya gulheban
ji dilê min re zeviya dexlê rûgeşiyê cot kir
êvara destên wê yên nazik û nazenîn
ji çavên min re daneyên xatirê kuta

/axx, de bila laleşên sibehê besteyên revok xef nekin!
axx, de bila qijikên xêrê kenên te bidin ber nikilan!/