A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selamî Esen - Îxbarnameya Di Zerfê De
127 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selamî Esen - Îxbarnameya Di Zerfê De

Gavên şîrogermî bi lez û bez ez diqutifandim
Pêtên şaş û şewqên gelaş îro erzan û belaş
Dinizilin ew gêjgerînkên ku ti carî nexusirîn
Qolincreş pê de hat lê aqil guncikê jehriyê ye
Di perdeyên nehatîn leyîstin de
replîk û baneşanên hêvîdar dilîlînim.

Heçko ez ne peyayê hêwirzeyên zipik û ziwa me
Li ser latên Kelha Memê me
Ava xwe ya kulistanî ji Çiravan vedikişînim
Ne sedema barîna berfa li Serikê Mihemê Osê me
Bedîldirêj im bi stranên xwe yên dermale
Guharokê min çîroka Mîr Miheme Beg
ku Keçperiyê li şkeftê terka zimanê wî dabû
Di destê min de heriya biryargeheke kavil
Di lama min de maçên Dado Şefîqe
-venî neh sal in şil bêxweyê!-
Di çavên min de singerên veşûştina zinaran
ku ji fihêtiya min re hêca jî lalote ne

Li ser dîwarê xwe yê zerikî
Dest bi aforîzmayên kulek dikim
Ev ne leyîstoka min e, erê go!
Derî jî dizane xwazgîniyên seqemê hatine
Bi nîvişkalî guliyan şeh dikin
hemû xwedawendên sexte;
Tavexan jî xwe vedişêre,
Mehd û mirîçk diyartir dibin wek rojên mijdarî
Guh û peyv digihîjin hev û
xweliya jinebî li serê çiloziyê dadikin

-biborînin ey metaforên nozdehî-
Di ber pirsgeha “kanî?”yê re derbas dibim
Xeşîmî, nezanî, bê Theokrîtosî
Da ku dayîkên Botî nebêjin:
“Evmenîs, pênomîs, tu cehşê nezonê pîs!..”

(Havîn/2011- 4 Adar 2013)