A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selamî Esen - Heron û Okey
132 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selamî Esen - Heron û Okey

hejmara kevirên vî destî Qileban kêm çar deh e
di rabirdûyên şerefê de kirîgerên min top avêtine
divê ez nexusirim vê carê da ew bizanin ez bêhiş im
teq teq teq, teeeq teeeq teeeq
maseger, sih û çar lître mazot bîne
ez ê li ser çaya Rîzeyê dakim!
/hek te zanî “sînor” mythos, epos an logos e
ez ê wê hingê xwe ji berazî bixusirînim/
bêje wan bila berfê zêdetir bibarînin
divê zara şeşrexî hîleyan bike
bêje wan bila şevê tarîtir bikin
divê qileban bibe gorepan!
teq teq teq, teeeq teeeq teeeq
a ha, min di tixûbê de vekir destê xwe
jê bîst û heşt Encu ne
şeşên din jî ji zimanê Avestayî
ez Heron, Heronê bêhiş(!)
maseger, vê giloreya makezagonê bave çopê
bêje gêzikvanan jî bila weşana xwe qut bikin!
ez Heron, Heronê bûyî kondom ji gilîza dewletan re
gurm û hey gurm! de here carêêê..!