A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selamî Esen - Guldexwîna Xemxur
233 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selamî Esen - Guldexwîna Xemxur

Ey Guldexwîna Kardoxî!
hêsirên te ji zikê te tên xwarê
û îro rojek e dimilmilin
keda dil li bextê te û şanaziyê
bila ew kaniya hêsirî biçike
û vegere êdî li çavên Katoyan

Ey Guldexwîna Çiyayî!
tu ezabê serbilindiya xwe ya şanazî dikişînî
roja ku Mesîh hatibû serdana toxmên te
roja ku hevriyên te bi acizî li te dinihêrîn
tu qet ji evîna xwe û heyva zozanî
nedihatî xwarê

Ey Guldexwîna Deştî!
axx, bi qasî te kes nizane
tav çawa mala şevê ronî dike
îro serê te ji bo darexaçiya Mesîhî ditewe
kezeba te ya keskesorî lê şewitî
qewziya behra sor ji zikê te diherike
zengila zoman, şaxbanûya xemxur
bi tenê Zarokên Adarê çîroka te guhdar dikin

Ey Guldexwîna Zozanî!
dildariya te ji te re dikin werîs
jinxasên te yên çeleng ji te re dikin sehpe
mêrxasên te yên deqerû ji te re dikin sêdar
lê tu hê jî av didî kulên xwe

Ey Guldexwîna Kurdistanî!
li dilopxwazên çemê azadiyê
nafesile ev kirasê xembariyê
-ku te pirtûk bi pirtûk, rext bi rext
dan bi dan li wan kirî-

Ey Guldexwîna Pakrewan!
wext ha hat, ha tê
divê tu xêrê ji xwîna şehîdan bikî
da ku şaxên te yên dildar
Zarokên Adarê ji pira selatê
bi tilîliyan derbas bikin
divê tu xêrê ji xwîna şehîdan bikî...

(Gulan 2011 / Sêrt)