A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selamî Esen - Êmanet Qencî
192 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selamî Esen - Êmanet Qencî

-Ji şervana Rojava, “Solîn Şilêr”a dotmam re...-

“ez ê bifûrînim û li firê bixim giriyên xwe
bi serê xwe ji bo (x)we bifetisim”

I.
di nûçeyên vê êvarê de jî
xwekuştin hene li qiraxên Çemê Dîjleyê
û daliqandin li mêrxasgehên Mehabadê
bêguman, şevederê rojgarê ye ev welat

li hewdikên toxmê Roma Reş
ji hezkirinên sistopisto
bêxur ji lêvên kapîtal dadiwerivin
û ji didanên wan ên kifto
kenên hîqehîq dereve dibin
wê çawa vemire(?)
ew tawanbariyên rojheramiyê
wê çawa bitefe(?)
ew agirên ceryana neqaçax

beybûn û berfîn dibezin êdî
bi şadî kilên zer û spî li çavî dikin
soryaz in lê jê dûr im
ta ji Kelha Hûtê koç kirine li ser singê te

xingalxunaviya wextbirr!
di Bîrê de çi ye êmanetê mazûbaniyê?