A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selamî Esen - Cewşena Rojava
260 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selamî Esen - Cewşena Rojava

(Berî nameyê nasname hebû, piştî bayekî hov êdî dest bi kamiyên telaqavêtî kirin bêxurên qemsî. Hêj mehra vî zimanî bi rûpelan re nehatî birîn li Sînemaşewatê kamerayên tilyakkêş û trîpotên tekbîrqêr fîlmên xwînmijiyê pêşkêş dikirin.)

I.
Divê tu herî! Hey nexwe wê reş girê bide dildariya welêt!
Bêxurên zemên bûn, divê ji dîwaneke dûrî bajêr re nebûyan sîberên berbend, di wê rêkokê de dilêrekî kilama “Seydikê Min” distira. Ji giravên cerdî ta li çiyayên ku helaka tenanetê dibirin, mîtanên me darbesta mirinên Ehrîmanî çê dikirin. Bavê min bawer nedikir, ew ê li rez û deşta hilîsik û soryazan bêhna xwe vedin. Li ser dîwarê wan goristanan e navên me yên mestûr. Genimên me yên simbêlreş ji ber al û kefiya bêewr şil nedibûn.
Porên li ser goristanê hewdika peymanên ensest bû, bedewnasên xwînî mîrmîran in û singê xaka tavezer li ser tabloyên kajî xêz dikin. Roj, amadehiya şoreşeke pilingî; şev, bi gurzê Kawayî re xirpaniya şerekî. Minê ha! Tu nedî li dûv aştiyên newekxwe! Şerê me li ser lîstoka Daxwazê ye, de qene rabin dîlanê bigerînin hestiyên li bin berqafên Ava Sersikê.

II.
Divê tu werî! Hey nexwe wê şaş bipîvin skêleta şox û şenga helbestê...
Ji pêsîrên dîroka bîroke dastanên sînemdefterî ji te re didoşim. Siwar ref bi ref vedikişin ji lûtkeyên ku mîtosa me li wir diçêre, bêxwê. Li bendavên ku mîtan jê derbas dibin, tenê gulleyên polîpoşman dixeyîdin.
Dîwanên me yên reşespî hebûn bi deryayî, wekî dilavêtina hibrên Evdal Xanî li Gola Wanê. Lîlavên me hebûn, bêhnek din re dê tûjikên postmodern jî çê bin. Em ê dîsa daynin li ser kezeba wan tehtan kelepora şerên beravêtî! Zeviyên me yên şewitî hebûn, bêhnek din re dê stûkurkên empirîk jî çê bin. Em ê dîsa daynin li ser parsûyên wan piran defterên ducanî! Çemên me hebûn, bêhnek din re dê şiverêyên dualîst jî çê bin. Em ê dîsa daynin li nav wan şkeftan tovên sincmend. Û çiyayên me hene, dê bêhnek din re dehlikên birûmet li wir ava bibin. Em ê vê carê daynin li ser eniya çiyê serpêhatiyên rojbînê! Ev siya Humayê ye, me dipêçe...

III.
Divê tu neçî! Hey nexwe wê payîn ji gulkujan re bibe firavîn!
Li xaka ku roj li wir ava dibe, gamêşên rihgêre li ser anatomiyên devlipêsîr xutbeyên ereksiyonî dixwînin! Nifirin sikberiyê taca serê wan e. Divê tu binasî, saet li dora zikên mejîxur dizîvire, dixwazin hêrsa beyar bi xwîna periyan av bidin! Garana hiriyan bûye eşîr, gavan jî rihgêre û tizbilşeytan! Xewn nevisiyê hêviyê, hesret janbar, roj sondxwar, acizî har û seyar.
Dadiçikînin alaya xemên xwe yên afrodîzyak, pabûsên şêxên nevîn in, di hêşetên Xudê de banga vekuştina çirûska azadiyê, banga sperman dikin -ku di pêşbaziya malzarokê de hîleyan kirine.
Divê tu neçî! Hey nexwe wê payîn ji gulkujan re bibe firavîn!

(Havîn 2013 Sêrt-Cizîr-Silopî)