A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selamî Esen - Bihara Helbestê
409 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selamî Esen - Bihara Helbestê

Ay de rabe mi go te keçkokê te keçînê
Ay belê mi go memikhêkê, serhêlînê
Zozan xweş e wey delalê ez û tu biçînê
/Fadilê Cizêrî, ji kilama “Heyran Jaro”/

Ne bi qasî xuya dikî rast î
Ne jî bi qasî xewnên min bixemilînî xewrevîn î

Duh min bihara li paş me mayî dît di nîvê rê de. Bêyî sekin kulîlk dibişkuvan ji zikê zîn û giran, bi hengên kolîpoşman. Esman birbisî û li şerî dinêriya. Avrêla keskesor silavê vedida. Biharê yarikek ji xwe re dîtibû. Ew ne ez bûm, ne jî tu. Ew ne destên te bûn, ne jî xewna min; di zemên de katên beravêtî bûn ew.

Di geliyek dilêr de dadgehek xemrî vebû
Navê dozê: xemriyên fişargo û erxewaniyên dêrîn
Kilamên min ên erxewan
Û lorînên te yên xemrî

Lê biharê digot heman axê we mezin kir. Lê bihar, piştî newrozeke dapîrî, bi jan bû; dîsa jan e, kambaxî ye, hezik û helemîn e. Hinek jî dîmenên bêdad, zemanên bêkat; û ev ne bes, şerê bav û bavişkalî jî dijwar kir. Dilopek av da li ser lêvên te devdostê, te şeraba xewê vexwar, min jî jehra te.
Bûye sibe û ez hişyar
Çi leza tavê heye!
Bila berde ku dinya bimîne xerîb
Min ji kurtûpistên hatina te welatek afirand
Tu jî bi tirsa xemgîniyê bi rê ve diçî
Tav ji dinyayê re dereng bimîne
Wê çi bibe (qey)?
Lê bihar dibêjê ev ne kelepora evîneke destanî ye. Ev sedsala Siyabendemîn e û îro ji rojan Xecêşem e. Saet Xecê dibore du sed û deh danên fitarê. Saet ji Siyabend re noht û neh sal û pênc meh divê. Siyabend serdaba reva Xecê dikole. Wê Xec biweşîne guliyên bêzad û azad, wê Siyabend di nav kurtûpistên welêt de keçel û kerr bibe. Dema bibe berdestê sibê ku kûvî bi aliyê te de bên ji Siyabendê Nehs nezane, ewî nekarî wan bike qurbana serê te. Dema bibe sibe ku kûvî bi aliyê Siyabendê Nehs ve bên ew ê ji te bizane. Li gor keda helbestê, ancax tu dikarî wan bikî qurbana serî. Ji newalan heta kendalan, gelî û geboz...

Sedsala Siyabendemîn
Roja Xecêşemê
Kûvî li ser zinar
Zinar li ser navika dildariyê...

(Zivistan 2010-Adar 2012 / Sêrt)